Belgefîlma bi Kurdî “Dostê Minî Qedîmî” li ser Youtubeê hate weşandin

Belgefîlma bi navê “Dostê Minî Qedîmî” (Hevalê Min ê Kevnar) ku li ser çand û jiyana Kurdên Ermenistana Sovyetê hatiye çêkirin li ser Youtubeê hate weşandin. Belgefîlm, di sala 1988ê de ji aliyê derhêner L. Grîgoryane ve li stûdyoya Armenfilmê hatibû kişandin û senaryoya wê jî L. Grîgoryan û K. Zakaryan bi hev re nivîsandin. 

Li Sovyetan 7 fîlmên li ser jiyana Kurdan

Di navbera salên 1926-1988ê de li Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst li ser çand û jiyana Kurdan gelek fîlm hatine kişandin.  Yek ji wan fîlman jî fîlmê “Zerê” (Zarê, 69 deqîqe, 1926) ye û yekem fîlmê dirêj e ku li ser jiyana Kurdan hatiye kişandin.

Fîlmê “Zerê”, ji romana bi navê “Lazo” ya Hakob Xazaryanî ji aliyê derhênerê navdar ê ermen Hamo Bêknazaryanî ve bo sînemayê hatiye lê anîn. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopîyên kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî dike.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: