Belgefîlma “Bûka Aşîtîyê: Pippa Bacca” dê di 20ê Gelawêjê de li MUBIyê bê weşandin

Hunermenda îtalî Pippa Bacca di sala 2008ê de ligel hevalên xwe yên Giuseppina Pasqualino di Marineo û Silvia Moro ve ji bajarê Mîlanoyê pê otostopê ber bi welatên ku tundî zêde ne derketibûn rêwîtîyekê ku armanca wan peyamên aştî û hezkirinê bû. Bacca di rêwîtiya xwe de li Kocaelîyê rastî tundîya zayendî hat û bi xeniqandinê hate kuştin.

Belgefîlma derhêner û senarîst Simone Manettî ya “Sono innamorato di Pippa Bacca” (Bûka Aşîtîyê: Pippa Bacca/I’m in Love with Pippa Bacca, 2019) li ser kuştina hunermend Pippa Baccayê disekine. Belgefîlm, dê di dîroka 20ê Gelawêjê de li ser platforma MUBIyê bê weşandin û li bernameya 37emîn Festîvala Fîlman a Torinoyê xelata Gli Occhiali Di Gandhiyê girtibû.

Çîroka Pippa Baccayê:

Jina ciwan Pippa Bacca di temenê 34 salî de bû û ligel hevalên xwe Giuseppina Pasqualino di Marineo û Silvia Moro ve plana rêwîtiyekê kirin û di dîroka 2008ê de ji bo projeyên xwe yên “Bûka Aştîyê” û bi bûkitîyên xwe ve derketin rê. Dema ku derketin rê li ser malperên xwe gotibûn; “Tenê kincê ku em ê bi xwe re bînin dê bûkanîya spî bibe ku em ê tê de hemî qirêjiya ku li rêwîtiyê kom bibe bibînin” derketibûn rê û xwestibûn hîsên hêvî û ewlebûnê mezin bikin. Rêwîtiyan wan ji Mîlanoyê destpê kir û wê di ser Slovenya, Xirwatistan, Bosna, Bulgaristan, Tirkiye re dê biçûyana li Sûriye, Libnan, Filistîn û li Tel-Avîva Îsrailê. Dirûşmê wan “Bawerî pê anîna bi mirovan re” bû û ji ber vê yekê bi riya otostopê çûbûn.

Pippa Bacca piştî ku hate Tirkiyeyê rêya xwe ji hevala xwe Sîlvîayê veqetand û piştre bi tena serê xwe bi otostopê çû li navçeya Gebze ya Kocaelîyê û li wir winda bû. Demekê tu xeber jê tune bû û paşê ragihandin ku hunermend rastî tundîya zayendî hatiye û bi xeniqandinê jiyana xwe ji dest daye. Di dîroka 3yê Avrêlê de malbata wê serîlêdana windabûnê kirin û nûçeyên windabûna Pippa Baccayê di çapemenîyê de hatin weşandin. Xwedîyê kamyoneta ku Baccayê herî dawî lê siwar bûye, hate binçavkirin.

Belgefîlma “Sono innamorato di Pippa Bacca” qala jiyan û çîroka xembar a Pippa Baccayê dike û ji hevpeyvînên dostên wê pêk tê. Belgefîlm, ji aliyê derhêner û senarîst Simone Manett ve hate kişandin ku wê di 20ê Gelawêjê de li ser platforma dîjîtal a MUBIyê bê weşandin

Çavkanî: Film Hafızası 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: