Belgefîlma “Çekçek” li ser GAİNê di weşanê de ye
Belgefîlma çêker, rojnameger û akademîsyen Şukran Pakkanê ya “Çekçek” bi çêkerîya platforma dîjîtal a GAİNê hate kêşandin ku jiyan û pirsgirêkên rojane yên karkerên kaxizên avêtî tîne li ber ekranê. “Çekçek” niha li ser GAİNê di weşanê de ye.
Koma çêker a belgefîlma “Çekçek”ê di gelek navçe û semtên Stenbolê geriyan û çûn embarên kaxizên avêtî. Gelek karkerên kaxizên avêtî li van depoyan dimînin. Belgefîlm, ji aliyên derûnnasî, siyasî û civakî li ser mijara komkerîya kaxizên avêtî disekine û gelek pirsên mijarê dibersivîne. Piranîya karkerên kaxizên avêtî Kurd in.
“Çekçek” Xelata 46emîn a Sedat Sîmavî ya Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê girt.
GİANê di sala 2019ê de dest bi weşanê kir û platformeke dîjîtal e ku bi giştî kurtevîdyoyên hîndekar diweşîne.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com