Belgefîlma “Dengê Evînê: Aşik Selîmê Cizîrî” hate weşandin
Belgefîlma derhênerê kurd Ebdulezîz Bîlgeyî ya “Dengê Evînê: Aşik Selîmê Cizîrî” li ser Youtubeê hate weşandin. Belgefîlma dirêj, li ser çîroka jiyana dengbêjê kurd Aşiq Selîmê Cizîrî disekine û bi çêkeriya Bîlge Yapimê hatiye kişandin ku di rojên borî de ji fîlmê afîşeke nû hatibû parvekirin.
Jiyana Aşiq Selîmê Cizîrî ya ku piştî kevneşopiya dengbêjê li Cizîrê jî kevneşopiya kasidîvanan domandiye û gelek ked daye, spasî û pesindayînê, ji zimanê şahid û xizmên wî bûye belgefîlm. Mesut Aşikoglû, Edîp Ataç, Sîdar Sevîmlî, Abdulhakim Sevîmlî, Heme Gurî Şulan, Ramazan Îmrag Mesut Cizîrî, Cahfer Ebret, Mustafa Cavıildak, Fettah Cavildak di belgefîlmê de cih girtine.
Muzîkên belgefîlma “Dengê Evînê: Asîk Selîmê Cizîrî”: Aşiq Selîmê Cizîrî, Orhan Arsû
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com