Belgefîlma “Dûr” li Amerîkayê “Xelata Mansiyonê” girt

Belgefîlma bi Zazakî “Dûr” (Far, 2020) ya derhênerê ciwan ê kurd Ahmet Hakan Vergîyî, beşdarî li bernameya 24emîn Festîvala Kurtefîlman a 24fpsyê bû û ji festîvalê Xelata Mansiyonê girt. Festîval, li Parêzgeha Texasê ya DYAyê (Amerîkayê) di gelek beşan de tê lidarxistin.

“Dûr”, heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn. Derhêner û rojnamegerê ciwan Ahmet Hakan Vergî li ser belgefîlman dixebite û di sala 2018ê de belgefîlma xwe ya yekem a bi navê “Dewrano” kişand. Yekem belgefîlma wî li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Çewlîgê hate nîşandan û bûbû fînalîst.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir