Belgefîlma “Dûr” li Elbanyayê derdikeve li pêşberî sînemahezan

Belgefîlma bi Zazakî “Dûr” (Far, 2020) ya derhênerê ciwan ê kurd Ahmet Hakan Vergîyî, di dîroka 23yê Pûşberê de li bernameya 12yemîn Festîvala Foodê ya Fîlman a Navneteweyî ya Balkanê, li Elbanyayê (Arnewîdistan) derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

“Dûr”, heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn. Derhêner û rojnamegerê ciwan Ahmet Hakan Vergî li ser belgefîlman dixebite û di sala 2018ê de belgefîlma xwe ya yekem a bi navê “Dewrano” kişand. Belgefîlma wî li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Çewlîgê hate nîşandan û bûbû fînalîst.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir