Belgefîlma “Koça Kurdên Baxtiyarî, Lorî” di weşanê de ye!

“Bakhtiari Migration: The Sheep Must Live Ereel” (Koça Kurdên Baxtiyarî, Lorî) di sala 1973yê de ji aliyê çêkerê fîlman, wênekêş, helbestvan, endezyar, sêwirîner û derhênerê Îngilistanê Anthony Howarth ve hate kişandin ku qala koç û rêwîtiya Kurdên Baxtiyarî dike. Belgefîlm, di pênc hefteyê de hatiye kişandin ku di herikîna xwe de dîmenên balkêş û derasayî dihewîne.

Belgefîlm, niha ji bo temaşevanan li ser kanala Youtubeê ya kovara Pîrhevokê di weşanê de ye. Anthony Howart di belgefîlma xwe ya bi navê “People of the Wind” (1976) de jî çîroka koça Kurdên Baxtiyarî tîne li ber perdeya sînemayê.

Derhêner Anthony Howarth heta niha li gelek erdnîgarîyên welatên cîhanê geriyaye û belgefîlmên xwezayî û resen kişandine.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir