Belgefîlma “Our Ark” wê li DokuFestê bikeve pêşbazîyê
Kurtebelgefîlma “Our Ark” ku ji aliyê Denîz Tortûm û Kathryn Hamilton ve hatî kişandin, dê di roja înê de li 21emîn Festîvala Belgefîlm û Kurtefîlman a Navneteweyî (DokuFest) bê nîşandandayîn. International Documentary & Short Film yek ji festîvalên herî girîng ên belgefîlm û kurtefîlman e ku îsal di navbera dîrokên 5-13ê Gelawêjê de li Prizrena Kosovayê li dar dikeve.
Senaryoya kurtebelgefîlma “Our Ark” Denîz Tortûm û Kathryn Hamilton bi hev re nivîsandine û çêkerê wê Firat Sezgîn e. “Our Ark” li ser xebatên pargîdanîyeke ku kopîyên 3 dîmenî yên hemû heywanên erdnîgarîya cîhanê digirin, disekine û hewldanên zanyaran ên arşîvkirina dîjîtal tîne li ber temaşevanan ku cureyeke hesta Keştiya Nûhê ya sanal derdixe holê û bi dîtina hîpnotîk pirsyar dike ku ew ji bo kî û ji bo çi tê çêkirin. Belgefîlm, heta niha li seranserê cîhanê di gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn.
Kurtebelgefîlm wê di çarçoveya pêşbirka kurtebelgefîlman a navneteweyî ya DokuFestê de derbikeve li pêşberî jurîyê. “Our Ark” herî dawî di meha Avrêlê de li 41emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hate nîşandan û Xelata Kurtefîlmê Baştirîn girtibû. Hate ragihandin ku temaşevan dikarin kurtebelgefîlma “Our Ark”ê di navbera 1-7ê Gelawêjê de li ser malpera kirikonline.org weke online temaşe bikin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com