Belgefîlma “Şeva Xîzê” li ser Youtubeê hate weşandin
Belgefîlma “Şeva Xîzê” (Kumun Gecesi, 2018) ya derhêner û sosyologê kurd Alî Ergulî, li ser kanala Youtubeê ya rojnameger Metîn Yoksuyî hate weşandin.
“Şeva Xîzê” qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê dike, nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê nîşan dide. Belgefîlm, heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn û li ser kanala Youtubeê ya rojnameger Metîn Yoksuyî di weşanê de.
Civaknas (sosyolog) û derhêner Alî Ergul, du belgefîlmên din ên bi navên wan; “1.5 Metre / Metre” (2016) û “Dîroka Mirina Avê” (Suyun Ölüm Tarihi, 2017) kişandibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com