Belgefîlma “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” Xelata Baştirîn girt

Belgefîlma “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) yên nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî li Dublina Îrlandayê di Festîvala Fîlman a Bloomsdayê de Xelata Baştirîn girt. Belgefîlm di der barê “Ulysess” a Kurmancîyê de ye û bi çêkeriya derhênerê kurd Ozgur Doganî hatiye kişandin.

Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li bajarê Dublinê di 12ê mehê de destpê kir û dê heta 18ê Pûşberê bidome. Xelatên festîvalê jî hatin eşkerekirin û ragihandin ku li bernameya festîvalê, belgefîlma “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” yên Aylîn Kuryel û Firat Yucelî, Xelata Baştirîn (Best International Joycean) girt.

Berhema mezin a “Ulysses” ya wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ji aliyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdî hate wergerandin û romana girîng, dê ji Weşanên Avestayê derbikeve li pêşberî wêjehezan. Belgefîlma “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” li ser pêvajoya wergerandina “Ulysess”ê disekine. Kawa Nemir, heta niha bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî. 

Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hevre belgefîlma bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kişandin ku belgefîlma wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê wergirt.

Çavkanî: https://www.bloomsdayfestival.ie/bff-award-winners-2022

Wêneyê Bergê: Kawa Nemir
Sînemaya Serbixwe - www.sinemayaserbixwe.com
COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir