Belgefîlmê “Bîra Mi’ Têtin” hat weşandin
Belgefîlmê bi kurdî “Bîra Mi’ Têtin” ku di sala 2016ê de ji aliyê derhêner Selîm Yildiz ve hatibû kişandin, li ser platforma vîdyoyan hate weşandin.
Mirovahî û cîhanê ji ber nesaxiya koronayê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Di van rojên zor de li seranserê cîhanê gelek platformên dîjîtal, malper û derhêner, lînkên fîlmên xwe ji bo temaşevanan vedikin û diweşînin. Piştî ku kurtefîlmên bi kurdî “Hevêrk” û “Şeva Xîzê” li ser platforma vîdyoyan hatin weşandin, belgefîlmê bi kurdî “Bîra Mi’ Têtin” jî ji bo temaşevanan hate weşandin.
Belgefîlmê “Bîra Mi’ Têtin” ji aliyê derhêner Selîm Yildiz ve hate kişandin û qala komkujiya Roboskîyê dike û jiyana rojane ya sînoran nîşan dide. “Bîra Mi’ Têtin” di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandan û xelat girtin.
Belgefîlmê bi kurdî “Bîra Mi’ Têtin” (Hatırlıyorum, I Remember) ku di sala 2016ê de ji aliyê Selîm Yildiz ve hatibû kişandin, li ser platforma vîdyoyan hate weşandin. Temaşevan dikarin belgefîlmê ku ji hesabê derhênerê hatiye weşandin, heta 25’ê meha Adarê ji vê lînkê temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com