Belgefîlmê “Dengên Bakur” hat weşandin

Hin beşên belgefîlmê “Dengên Bakur” ku di sala 2014’ê de bi pêşkêşvaniya hunermenda kurd Rewşan Çelîker û bi derhêneriya Mehtap Bayer ve weke 12 beşan hatibû kişandin, li ser Youtubeê hatin weşandin. Belgefîlm “Dengên Bakûr” qala kevneşopîya dengbêjî û devkî ya jinên Kurdan û hişa muzîkî ya Kurdî dike.

Belgefîlmê “Dengên Bakur” (Kuzeyin Sesleri, 2014) ku ji aliyê Mehtap Bayer ve weke 12 beşan hatibû kişandin û li televîzyona Rûdawê hat weşandin. Belgefîlmê “Dengên Bakur” qala kevnaşopîya dengbêjî û devkî ya jinên Kurdan û hişa muzîkî ya Kurdî dike û bin beşên belgefîlmê li ser kanala Youtubeê ya hunermend Rewşan Çelîkerê hatin weşandin.

Rewşan Çelîker kî ye?

Hunermenda muzîka kurdî Rewşan Çelîker Beşa PDR ya Zanîngeha Enqereyê xilas kir û pişt re, li beşa Lîsansa Bilind a Lîstikvanê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê xwend û di heman demê de, perwerdehiya keman, armonî û vîyolayê wergirtin.

Rewşan Çelîker li gelek festîval û çalakîyan, ligel Orkestraya Pera Jazz, Orkestraya Ode ya İTUyê û Halîç, Komeleya Çagdaş Muzîk û Orkestraya Muzîkên Fîlman a Stenbolê konseran da û di komên Acustic Modds û Horizonê de weke kemanker û vokalîst xebitî. Hunermend, di projeya çandî ya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê “Orkestraya Senfonî ya Newayên Aşîtî” de, li Ermenîstan û Gurcistanê, bi Şefê Orkestrayê Aram Talalyanê re xebitî.

Di repetuwara hunermenda navdar kurd Rewşan Çelîker de, arşîva muzîkan a radyo Êrîvan (1930) û radyoya Bexdayê û berhevkirinên hunermendê navdar ê ermen Gomida Vartabedî ciyekî girîng digirin.

Hunermend bi salan zaravakirin (dengdayîn) jî kir û di gelek fîlm û lîstikên şanoyê de lîstin. Rewşen Çelîker, li gelek bajarên welêt û cîhanê, konserên xwe didomîne.

Projeyên Rewşan Çelîker

*Hunermend Rewşan Çelîker, belgefîlmê “Dengên Bakûr” (2014) ku qala kevnaşopa devkî ya jinan a Kurdî û hişa çandî dike, amadekir û pêşkêşkeriya wê kir.

*Albûma xwe ya yekem a bi navê “Ax Lê Wesê” (2018) ku ji qeydên malê û ber bi ji bîrkirinê ne, pêk tê weşand.

*Di sala 2019’ê de, 4 Singleê xwe yên; “Kirasê Te”, “Azîzakam”, “Bingol” û “Desmala Min” weşandin.

*Albûma duyem a hunermenda muzîka kurdî Rewşan Çelîker, di meha Rêbendana 2020’ê de, bi navê “Tov” ji CK Music Productionê derket û li ser platformên dîjîtalê jî hate weşandin. Albûma duyem a hunermend Rewşan Çelîkerê, ji 10 stranênzaravayê kurmancî ya Kurdî pêk tê.

Nûçe: Rûmet Med

Çavkanî: http://www.rewsanceliker.com/

https://rumetmed.blogspot.com/2020/01/albuma-nu-ya-rewsan-celiker-tov-derket.html

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir