Belgefîlmê dirêj “Gerstêrka Mirovan”
Belgefîlmê dirêj a bi navê “Planet of the Humans” (Gerstêrka Mirovan) ya derhêner Jeff Gibbsî, qala mijarên guhêraniya avûhewa û hawirê dike û li ser Youtubeê, ji bo temaşevanan hat weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara Altyazı’de hate weşandin, belgefîlmê dirêj a bi navê “Planet of the Humans” ya derhêner Jeff Gibbsî, qala mijarên guhêraniya avûhewa û hawirê dike û li ser encamên van disekine. Belgefîlm, li ser kanala Youtubeê, ji bo temaşevanan bêpere hat weşandin.
Belgefîlmê hawirê “Planet of the Humans” di pargîdaniya çêkirin a Rumble Media’yê de hatiye amadekirin û ji aliyê çêkerê belgefîlmên serbixwe yên wekî “Bowling For Columbine” (2002), “Moore in Trumpland” (2016), û “Fahrenheit 9/11” (2018), (derhênerê her sê fîlman: Michael Moore) re hatiye kişandin.
“Planet of the Humans” di heman demê de yekem belgefîlmê pargîdaniya Rumble Media’yê ye û 140 xulek e û di çarçoveya Roja Cîhanê ya 50’emîn de li ser kanala Youtubeê hate weşandin û zimanê wê îngîlizî ye. Lînka belgefîlmê, dê 30 rojan ji temaşevanan li Youtubeê vekirî bimîne.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com