Belgefîlmê “Dûr” bû yek ji fînalîstên 15emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Zanîngeha Interê
Kurtebelgefîlmê derhêner û rojnamegerê ciwan ê kurd Ahmet Hakan Vergî yê “Dûr” (Far) gera xwe ya festîvalên fîlman didomîne. Hate eşkerekirin ku belgefîlmê bi Zazakî bû yek ji fînalîstên 15emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Zanîngeha Interê (Dakkaya Bangladeşê) ku dê di 6ê Mijdarê de derbikeve li pêşberî temaşevanan. Ji 96 welatên cîhanê bi tevahî 1671 fîlm îsal serî li bernameya festîvalê dane.
Belgefîlmê “Dûr” qala jiyana çîroka mirovekî dike ku li devereke bilind bi tena serê xwe û bêyî elektrîk û têlefon dijî. “Dûr”, heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hate nîşandayîn, beşdarî li bernameya 24emîn Festîvala Kurtefîlman a 24fpsyê bû û ji festîvalê Xelata Mansiyonê girtibû.
Derhêner Ahmet Hakan Vergî li ser belgefîlman dixebite û di sala 2018ê de belgefîlmê xwe yê yekem ê bi navê “Dewrano” kişandiye. Yekem belgefîlmê wî li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Çewlîgê hatibû nîşandan û bûbû fînalîst.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com