Belgefîlmê “Efsaneya Qiralê Kirêt”
Nûçe-Nivîs: Nurullah Oral
Belgefîlm behsa Jiyan û hunera lehengê me yî binirx Yılmaz Gûneyî dike.
Belgefîlmê bi navê “The Legend Of Ugly King” (Efsaneya Qiralê Kirêt / Çirkin Kral Efsanesi, 2017), di 26ê meha Cotmeha 2018an de li gelek bajaran hate nîşandayîn û di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman de derketibû li pêşberî temaşevanan û bi derhêneriya Huseyin Tabak û bi listîkvaniyên gelek kesî di 7 salan de hatiye temam kirin.
Lîstikvanên gelek binirx di belgefîlmê de lîstine. Serlîstikvanên wek Nebahat Çehre, Fatoş Guney, Michael Haneke, Costa Gavras di belgefîlmê de cîh girtine.
Belgefîlmê ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ bîranîn û jiyana derhêner, lîstikvan û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî bi hemû rastiyên xwe nişanî me dide.
Derhêner Huseyîn Tabak di belgefîlmê xwe de qala jiyan û hunera Yilmaz Guneyî dike.
Beriya ku Yilmaz Guney sirgûnê Fransayê nebibû demeke kurt li Tirkiyê di girtîgehê da mabû.
Her wiha Yilmaz Guneyî di sala 1982an de bi fîlmê xwe yê bi navê RÊ (YOL) re ji bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê Xelata Palmîyeya Zêrîn (Altın Palmiye) girt. Piştî van bûyerê Guneyî di sînemaya Ewrupayê da dibe wek efsaneyekî.
Belgefîlm; behsa zehmetiyên ku di jiyana Yilmaz Guney de pêk hatine dike. Ji bo van agahîyan jî bi malbat û hevkarên wî û bi heval û hogirên wî re hevpeyvîn hatine çêkirin û di belgefîlmê de jî hatiye nîşandan û li Frensa, Festîvala Fîlman a Cannesê, Enstîtûya Fîlman a Parîsê, Fransa, Cannes, cihê ku fîlmê Dîwarê tê de hatiye kişandin, navçeyên Yenîce û Yûmûrtalikê yên Edeneyê û li Stenbolê derbas dibe. Di belgefîlmê de gelek dîmen û wêneyên derhênerê navdar Yilmaz Guneyî jî cih digirin.
Belgefîlmê sêwirî-vebêje ‘The Legend of Ugly King’ yanî ‘Efsaneya Qiralê Kirêt’ promiyera xwe ya cîhanê sala çûyî li 42yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de kiribû.
Promiyera xwe ya Tirkiyê di 37emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de pêşkeş dike. Piştî Stenbolê dibe mêvanê Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê jî. Lehengê sînemaya Tirkiyê û yê Cîhanê Yilmaz Guney bi saya vê belgefîlmê bêtir tê naskirin û fêm kirin.
Yilmaz Guney di sala 1982an de bi fîlmê xwe yê ku “YOL” yanî “Rê” re beşdarî li Mîhrîcana Fîlman a Cannes’ê dibe û Xelata Palmiyeya Zêrîn digire. Her wiha bi belgefîlmê Huseyîn Tabak jî di sinemaya Ewrupayê de jî wek efsane tê nasîn.
Huseyîn Tabak belgefîlmê xwe 7 salan de bi kedeke giranbuha temam kiriye û belgefîlm bi gelek zimanan hatiye kişandin.
Derhênerê ciwan Tabak; ji bo belgefîlmê “The Legend of Ugly King” (Efsaneya Qiralê Kirêt) gelek hewl daye û bi kesên navdar re li ser jiyana Yilmaz Guney hevpeyvînan kirine.
Di belgefîlmê de derhênerên navdar ên cîhanê Michael Haneke û Costa Gavras jî behsa Yilmaz Guneyî kirine. Derhênerê belgefîlmê Huseyin Tabak di heman demê de xwendekarê derhêner û nivîskarê navdar ê Awistiryayê Michael Hanekeyî ye.
Huseyîn Tabak Kî Ye ?
Derhênerê hêja Huseyîn Tabak navê xwe bi fîlmê xwe yî ” Guzellîğîn On Par’etmez” ê daye bihîstîn. Derhêner ji bo vî fîlmê xwe di Mîhrîcana Altin Porteqalê da 6 heb xelat girtiye. Tabak li bajarê Qehremanmereşê ji dayik bûye.
Huseyîn Tabak di 13 saliya xwe de kamerayê girtiye destê xwe û hê jî li ser sinemayê dixebite. Piştî gelek zehmetiyan derbasî Akademîya Fîlma ya Vîyana yê bûye û hê jî dixwîne. Her wiha xwediyê 12 kurtefîlman e. Ji bo fîlmê xwe yê bi navê ‘Cheese’ ê gelek xelat û pîrozî girtiye.
Derhêner ji romana nivîskarê Awûstûryayî Mîlo Dor fîlmekî lê aniyê û gelek projeyên wî yên cuda jî hene.
Fîlmografyaya Derhênerê;
Gipsy Quenn -2019 ( Sêwiriya Dirêj )
Balkondaki At ( Das Pferd auf dem Balkon ) -2012 ( Sêwiriya Dirêj )
Güzelliğin On Par’etmez -2012 (Sêwiriya Dirêj)
The Legend Of Ugly King ( Efsaneya Qralê Kirêt) -2017
(belgefîlm)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com