Belgefîlmê “Emel Anne” li Enqereyê hat nîşandan
Li Enqerê belgefîlmê nû yê derhener û vîdeoaktivîst Kazim Kizilî yê bi navê “Emel Anne” hate temaşekirin.
Belgefîlmê ku li ser jiyan û têkoşîna dayika Alî Îsmaîl Korkmazê ku di bûyerên Gezî Parkîyê de jiyana xwe ji dest dabû dike, bi navê ‘EMEL ANNE’ bi tevlîbûna dehan kesan li Navenda Hûnerê ya Mulkîyelîler Bîrlîgîyê, li Enqerê hate nîşandan.
Piştî nîşandana belgefîlmê, derhener Kizil û Emel Korkmaz li ser fîlmê gotûbêjek kirin û pirsên temaşevanan bersivandin. Belgefîlm, bi dîmênên protestoyên ku 28ê Gulana 2013an de li hemberî politîkayên desthilatdariyê destpê dike û piştê mirina kûrê xwe dayikek çawa têdîkoşe, tîne ser ekranê. Dayika Emel, ji bo daxwazên kurê xwe pêk bîne, yekser dest bi xebatên civakî dike û bi saya komeleya ku bi navê kurê xwe ava dike (ALİKEV) ji bo sedan xwendevanan bûrs dide. Piştî van xebatan, çîroka wî heta Efrîqayê diçe. Ji bo kesên ku nagihijin ava paqij li Efrîqayê bîrên ava paqij vedike û daxwaza kurê xwe bicîh tîne.
Dayika Emel, dema ku behsa vê yekê dike bi girînî dibe û dibêje, ‘’Alî Îsmaîlê min zarokekî cindî bû û bi derdên hemû cîhanê diêşiya, dema ku min firaqan dişûşt û qasi 2 deqeyan av vala diçû teqez dihat li cem min û digot ‘Dayê li ser dinyê bi milyonan kes nagihêjin vê ava paqij tu çima wisa dikî?’ Piştî mirina wî min bi dest xebatên civakî kir. Û rojek min di televîzyonê da nûçeyek li ser bêavbûn ên Efrîqayîyan dît. Gotina Alî hat bîra min û min ji xebatkarê komelê re got divê teqez em alikarî li Efrîkayê bikin. Paşiyê me alîkarî kom kirin û ez çûm gundekî Efrîqayê. Bo wan bîra ava paqij vekirim. Paşiyê min dît ku li ser dinyayê çi derdên rasteqîn hene..’’ Dayika Emel tîne ziman ku ew hîn jî li benda hêviya edaletê ne û dixwazin kûjerên Îsmaîl bi rastî werin ceza kirin.
Derhener û vîdeoaktivîst Kazim Kizil jî di gotûbêjê de behsa çîroka çêkirina fîlmê kir û got, armanca me çêkirina belgefîlmê nebû. Dema ku min dayika Emel nasî, min got ‘Hewceyê tekoşîna wê jinê bila herkes bibihîsê.’ Kizil wisa dewam dikir, ‘’Min berê jî bi saya çîroka Alî Îsmaîlê ku ji bi şiklek hovane li Eskîşehîrê hatibû kuştin, dayika Emelê dinasîm. Lê piştî vê bûyerê haya min jê tunebû. Hevalekî min got emê wekî Komele ya ALÎKEVê tevlî Maratona Stenbolê bin. Tu jî heke bikarî bê bi kamareya xwe vîdeoyek me yê qasî 10 deqîqeyan bikişîne ku em dengê xwe bigihîjînin gelek kesan. Belkî bi saya vê vîdyoyê zêdetir kes alîkarî dan xebatên me. Min jî qebûl kir. Piştî ez çûm vîdyoyê bikşînim, ji dayikê û xebatên wê yên pîroz haydar bûm. Wê demê min got ez mecbûr im bi temamî li pey xebatên wê bim û bikim belgefîlmek. Paşiyê nêzikî 2 salan carina çûm Antakyayê, carina çûm dadkirin a kûjerên Alî Îsmaîl û ev xebata pîroz derket. Motîvasyona min a herî mezin dayika Emel bû. Û ez vê belgefîlmê bi taybetî dayika Emel dîyarîya hemû dayikên ku zarên wan hatine kuştin dikim. Ji Gezî Parkiyê heta dayikên Cizîrî…’’
Nûçe-Nivîs/Wêne (Haber-Yazı/Fotoğraf): Mehmet Tekol
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com