Belgefîlmê Ganî Mirzo li Barselonayê Xelata Belgefîlmê Baştirîn wergirt

Hunermendê navdar ê muzîka kurdî Ganî Mirzo, bi belgefîlmê xwe yÊ bi navê, “Harmoniya Piştî Şer” re li “Festîvala Fîlmên Xwedî Pêwistiyên Taybet a Navneteweyî” (İNCLUS) li bajarê Barselonayê xelata Belgefîlmê Herî Serketî wergirt.

Hunermendê navdar ê muzîka kurdî Ganî Mirzo ku li Îspanyayê dijî, belgefîlmê xwe yê bi navê “Harmoniya Piştî Şer” re di dîroka 26’ê Mijdarê de, li bajarê Barselonayê ji “Festîvala Fîlmên Xwedî Pêwistiyên Taybet a Navneteweyî” Xelata Belgefîlmê Baştirîn girt.

Belgefîlmê “Harmoniya Piştî Şer” qala çîroka du hunermendan ku li ber xanîyekî qulbûyî amûrên mûzîkê lê didin, dike.

Ganî Mîrzo di derbarê xelatê de ji Rûdawê re axiviye û gotiye “Ligel vê xelatê ev çaremîn xelat e ku “Harmoniya Piştî Şer” werdigire. Li festîval, 600 fîlm li ser asta cîhanî beşdar bibûn, lê belgefîlma “Harmoniya Piştî Şer” a bi Kurdî, weke baştirîn hat hilbijartin.” Ganî Mîrzo di wê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, yek ji wan jî Kobanî ye.
Mîrzo dibêje wan belgefîlma xwe xwestiye ku bi muzik û hunerê rûyê kirêt ê şer bidin xuyandin. (Çavkanî: Bianet Kurdî)

Belgefîlmê “Harmoniya Piştî Şer” bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê û bi derhêneriya du derhênerên Arjantînî hatiye kişandin

Festîvala Fîlmên Xwedî Pêwistiyên Taybet, her sal li serbajara Barselona ya Katalonyayê tê li darxistin. Îsal ji gelek welatên cîhanê 600 belgefîlm û kurtefîlm ketin pêşbaziyê.

Ganî Mîrzo di sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye û piştî perwerdehiya xwe ya li Konservatuara Helebê vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzîkê xebitîye. Hunermend ji bo perwerdehiya xwe çûye li Ewropayê û bîst salan e li bajarê Barselonayê dijî.

Çavkanî: Rûdaw, Bianet Kurdî

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir