Belgefîlmê Hayao Miyazaki
Sînemagerê navdar ê japon Hayao Miyazaki yek ji derhênerên herî serketî yên hunera anîmasyonê ye. Belgefîlmê bi navê “10 Years with Hayao Miyazaki” ku li ser pêvajoya afiranê ya derhêner Hayao Miyazakiyî disekine, di dawiya meha Adarê de ji bo temaşevanan hatibû weşandin.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê “Altyazı”yê de cih digire, belgefîlmê “Hayao Miyazaki” weke 4 beşan hate weşandin. Beşa yekem a belgefîlmê bi navê “10 Years with Hayao Miyazaki” (2019), li ser pêvajoya afiranê ya derhêner Hayao Miyazakiyî disekine û 10 salên derhênerê nîşanî mirovan dide. Belgefîlm, di dawiya meha Adarê de ji bo temaşevanan hatibû weşandin. Piştî beşa yekem, beşên din ên belgefîlmê jî li ser malpera Kanala Neteweyî ya Japonyayê (NHK) bêpere hatin weşandin. Her beşên belgefîlm ji 49 deqîqeyan pêk were.
Derhênerê navdar Hayao Miyazaki yek ji hosteyên herî girîng û serketî yên hunera anîmasyonê tê qebûl kirin. Hunermend Miyazaki, li seranserê cîhanê bi fîlmên anîmasyonê yên wekî; “Tonari no Totoro” (1988), “Sen to Chihiro No Kamikakushi” (2001) û “Hauru no Ugoku Shiro” (2004) ve tê naskirin.
Hayao Miyazaki bi fîlmê xwe yê Studio Ghibli re, li Japonyayê û hemû cîhanê populer bûye.
Kaku Arakawa derhêneriya belgefîlmê “10 Years with Hayao Miyazaki” kiriye ku di sala 2016’ê de belgefîlmê bi navê “Never-Ending Man” (Owaranai hito: Miyazaki Hayao) kişandibû. Ev belgefîlm jî qala dema malnişînîya kurt (2013) a derhêner Hayao Miyazakiyî dike.
Kaku Arakawa, herî dawî li ser pêvajoyên afiranê yên fîlmên “Gake no ue no Ponyo” (2008) û “Kaze Tachinu” (2013) ên Hayao Miyazakiyî disekine.
Nivîs-Nûçe: Rûmet Med
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com