Belgefîlmê “Heskîf” dê li bernameya ‘Hevdîtina Fîlman a Çand û Xwezayê’ bê nîşandayîn

“Hevdîtina Fîlman a Çand û Xwezayê” bi hevkarîya Kovara Altyazi û Bernameya Çand-Xwezayê ya Postaneyê di 17ê Rêbendanê de destpê kir û cara heftemîn bi nîşandayîna belgefîlmê derhênera kurd Elîf Yîgîtê yê “Heskîf” re didome.

Berhevoka fîlman bi kurasyona kovara Altyaziyê ve pêk tê û li ser mijarên edaleta bajêr, bajarbûyîn û koçkirin disekine. Belgefîlmê Elîf Yîgîtê yê “Heskîf” wê di 23yê Gulanê de (Saet: 19:00) bi beşdarîya derhêner li Postane Holê bê nîşandayîn. Hate eşkerekirin ku nîşandayîn belgefîlmê bêpere ye û temaşevan dikarin li ser vê lînkê qeyda xwe çêkin. Belgefîlmê “Heskîf” balê dikişîne pêvajoya hilweşandina Bendava Ilisûyê ya Heskîfa Êlihê û heta niha li gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Derhênera kurd Elîf Yîgît, di sala 2019ê de yekem belgefîlmê xwe yê bi navê “Lîstikên Bê Sînor” (Sınırsız Oyunlar), di 2020ê de belgefîlmê xwe yê “Heskîf” û di 2022yê de jî belgefîlmê xwe yê “Ji Bo Edaletê” (Adalet İçin/For Justice) kêşandin.

Nîşandana yekem a bernameya “Hevdîtina Fîlman a Çand û Xwezayê” bi fîlmên Denîz Tortûmê yên ” Selyatagi” (2018) û “Our Ark” (2021) ve destpê kir û di 31ê Rêbandanê de bi nîşandanên duyem derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Di çarçoveya bernameyê de, berhevokeke bi navê “Şehre BAK” hate amadekirin ku têde sê fîlmên derhênerên kurd ên; “Cûdîyê Miradan”, “Taş ve Su” û “Aşefçiler, Rüyalar, Otlar” cih girtin. Kurteanîmasyona Semîha Yildizê ya Cûdîyê Miradan (Dileklerin Cudisi), kurtebelgefîlmê Nalîn Acarê ya “Taş ve Su” û kurtebelgefîlmê “Aşefçiler, Rüyalar, Otlar” ya Zelal Sadakê, bi beşdarîya derhêneran di 31ê Rêbendanê de di çarçoveya “Hevdîtina Fîlman a Çand-Xwezayê” de hatin nîşandayîn.

Bernameya fîlman bi tevahî dê şeş mehan berdewam bike ku li ser mijarên hawir, xwarin û edaleta avhewayê disekine. Berhevoka fîlman ji aliyê Altyazi ve hatiye amadekirin, ji dozgeh fîlman pêk tê û du hefteyan carekê dê li ser Postane Holê bêpere derbikeve li pêşberî sînemehezan.

Nîşandayîna duyem bi hevparîya Anadolu Kultur û Navenda Hunerê ya Amedê hate lidarxistin û berhevoka fîlman a bi navê ‘Kulaktan Kulağa’ (Dev Ji Devan re) di çarçoveya “Ji bo Bibîranîn û Vegotinê Binêre Li Bajêr” de derket li pêşberî temaşevanan.

Bernameya “Ji bo Bibîranîn û Vegotinê Binêre Li Bajêr” li bajarên Amed, Mêrdîn û Êlihê bi beşdarîya 12 beşdarvanan hate lidarxistin û di çarçoveya kargeha bernameyê de beşdarvan li ser mijarên bîra bajêr fîlm kişandin. “Kargeha Hilberîna Kolektîv a Dev Ji Devan re” di navbera dîrokên Tîrmeha 2020ê û Avrêla 2021ê de bi şêwirmendîya Ayça Çîftçî û Sevgî Ortaçê pêk hatibû û li ser mijarên ekolojî û edaleta avhewayê disekine. Ji bo agahî: 

Çavkanî: Altyazı

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d