Belgefîlmê “Hozanê Eşq û Evînê: Feqiyê Teyran” dê li Amedê nîşaydayîn

Belgefîlmê “Hozanê Eşq û Evînê: Feqiyê Teyran” ji alîyê Kadrî Kurt, Bedran Tekîn, Ridvan Kuday ve hate kêşandin ku li ser berhemên yek ji nûnerên herî girîng ên Edebîyata Kurdî ya Klasîk ê Feqiyê Teyranî disekine. Belgefîlm dê di 8ê mehê de galaya xwe li Navenda Mordem Sanatê (Amed) bike.

“Hozanê Eşq û Evînê: Feqiyê Teyran” bi tevkarîya pisporên wêjeyê ve hatiye amadekirin û li ser têmaya evînê ya di helbestên Feqiyê Teyranî de disekine. Belgefîlm, bi piştgirîya  Wephotos Art Space, A4 Atolye û Vahahubs ve hate afirandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir