Belgefîlmê “Jin” ket vîzyonê

Belgefîlmê “Woman” (Jin) ku ji aliyê Yann Arthus-Bertrand û Anastasia Mikova ve hatiye nivîsandin û kişandin, vê hefteyê li salonên sînemayan ket vîzyonê.

Belgefîlmê “Woman” (Jin), ji hevpeyvînên bi sedan jinên ku li seranserê cîhanê dijîn, pêk were û qala gelek pirgirêkên keç û jinan dike û li ser mijarên jinatî, dayikatî, du standartî, cihêkarî, tenduristî, zayendî, tundî û pergela perwerdehî disekine. Belgefîlm, ji çîrokên serborî yên jiyanên jinan pêk tê û rûyê serweriya mêran (baviksalarî) û têkoşîna jinan, nîşan dide.

“Woman” sala par cara yekem li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî hate nîşandan û di dîroka 13ê meha Adarê de, di hefteya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ket vîzyonê.

“Woman” / Derhêner: Yann Arthus-Bertrand, Anastasia Mikova û Senaryo: Yann Arthus-Bertrand, Anastasia Mikova

Beşdarvan: Norma Bastidas, Gabriela Melgoza, Aleksandra Orbeck-Nilssen, Virginie Raisson

Ji bo agahî: http://www.woman-themovie.org

Nûçe-Nivîs: Rûmet Med

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: