Belgefîlmê ‘Kanûn Hukmu’ ji bernameya 60emîn Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê derxistin

Belgefîlmê Nejla Demîrcî yê bi navê “Kanun Hukmu” (Hukmê Zagonê) ji bo beşa Pêşbaziya Belgefîlman a 60emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê hilbijartibûn û lêbelê hate ragihandin ku belgefîlm ji beşa pêşbaziyê hatiye derxistin. Piştî agahîya festîvalê gelek bertek hatin nîşandayîn.

Belgefîlmê “Kanun Hukmu” bi derhênerîya Nejla Demîrcî ve hate kêşandin û li ser çîrokên du karmendan disekine ku bi “KHK”ê (Biryarnameya di Hukma Zagonê de) ji karên xwe hatibûn dûrxistin. Bijîşk Yasemîn Demîrcî û mamoste Engîn Karataş ji ber “KHK”yê ji karên hatin derxistin û belgefîlm, têkoşîna karmendan a zagonî tîne li pêşberî temaşevanan.

Piştî vê biryarê, juriya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê bi daxuyanîyeke nivîskî weşand û piştgirî dan belgefîlm. Gelek sînemavan, hunermend û lîstikvanên wekî Demet Akbag, Alşegul Aldînç, Onur Saylak, Ozcan Alper, Mehmet Gunsur, Alî Aga, Sema Kaygusuz, Behîç Ak, Zeynep Dadak, Denîz Tortum, Elîf Refig, Hazar Erguçlu, Paolo Bertolin, Alî Ercîvan, Hakan Biçakçi, Anna Maria Aslanoglu, Ezel Akay, Engin Palabiyik, Senem Erdîne û Ahmet Gurata îmze avêtin bin metnê daxuyanîya jurîya festîvalê û li dijî sansûrê derketin.

Çavkanî û wêne: Diyarname

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d