Belgefîlmê “Li Kûçeyên Diyarbekirê” hate weşandin
Belgefîlmê “Li Kûçeyên Diyarbekirê” cara yekem li ser kanala Youtubeê ya kovara Altyazı’yê hate weşandin.
Li gorî nûçeya malperên Bianet Kurdî û kovara Altyazi’yê belgefîlmê “Li Kûçeyên Diyarbekirê” ku ji aliyê derhênerê xelatgirtî yê kurd Ozkan Kuçuk ve hatibû kişandin, cara yekem li ser kanala Youtubeê ya kovara Altyazı’yê hate weşandin.
Belgefîlm, di salên 2010-2012, 2018 û 2020an de li kolanên navçeya Sûrê hatiye kişandin û derhêner bi çavê sînemagerekî guherînên siyasî, civakî û aborî nîşanî dide.
Belgefîlmê “Li Kûçeyên Diyarbekirê” 14 deqîqe ye. Kameramaniya belgefîlmê Savaş Boyrazî kiriye û Mustafa Biberî jî muzîkên fîlmê çêkirine.
Derhêner Ozkan Kuçukî koordînator û avakariya gelek festîvalên fîlman û saziya sînemayê kiriye û waneyên sînemayê daye. Ozkan Kuçuk, bi kurtefîlm û belgefîlmên xwe yên xelatgirî yên wekî “Pepûk” (2003) û “Li Serxaniyên Diyarbekirê” (2005) û “Rice With Chick Peas” (2005) ve tê naskirin û di gelek fîlman de derhêneriya dîmen û hunerê kiriye û bûye alîkarê derhêneran.
Ji bo agahiyeke berfireh: http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/ozkankucuk.html
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com