Belgefîlmê “Rûpelek Ji Dîrokê” li Stenbolê galaya xwe dike

Belgefîlmê derhêner Kerem Tekoglu yê “Rûpelek Ji Dîrokê” li ser 80/90 salên dawî yên Kurdan disekine û dê di 3yê meha Mijdarê de li sehneya Turhan Tuzcu ya Navenda Çandê ya Yunus Emreyê (Bakirkoya Stenbolê) galaya xwe bike. Destpêka nîşandayînê: 19.30

RÛPELEK Jİ DÎROKA KURDİSTANÊ: Ev belgefilm 80/90 salên dawî yê serheda Kurdistanê weke eyneyekî tîne ekranê. Dagirkirina Rusan ya Kurdistanê, Alayên Hemidiyê, Tehcîra Kurdan, Avakirina Komara Tirkiyê, Makezakona 24 an, Avakirina Cemiyeta Azadî, Serhiladana Agirî, Komkujîya Geliyê Zilan, Surguniya bi dehan malbeten Kurd yên bijare, avakirin û armanca Xoubûnê, di Komara Tirkiyê da, bi dawîanîna yek partîyî û damezrandina demokrat Parti’yê, darbeya leşkerî ya 1960 an, darizandinên Yassida yê. Teqriben 80/90 sal ji dîroka welatê me, di Şexsê Evdilmecîd Beg û Kurê wî Xalis beg de tê ber çav. (Nivîsa danasîn a belgefîlmê)

Kerem Tekoglu kî ye?

Kerem Tekoglu, perwerdeya şanoyê dîtîye û mamostetîya şanoyê kiriye. 3 lîstikên Terkogluyî yên şanoyê ‘Xelata Yekemîn’ girtine û gelek belgefîlm kêşandine. Di saziyên çand û hunerê de wek damezrîner cî girtiye, li televîzyon û radyoyên Kurdî bernameyên çand-hunerê çêkirine û pêşkêşvaniya bernameyan dike. Fîlmên sînemaya cîhanê werdigerîne bo Kurdî. Nivîs û helbestên derhêner heta niha li gelek kovar, rojname, û malperên Kurdî de hatine weşandin.

Belgefîlmên wî: “Dîno” (2017), “Qulingê Birîndar” (2017), “Humanîst” (2019), “Lamb” (kurtebelgefîlm, 2021), “Ked” (2022), “Şeva Reş” (2022)*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d