Belgefîlmê “Saeta Şikestî” hate weşandin
Belgefîlmê “Saeta Şikestî” ku qala Serokê Baroya Amedê yê Berê yê li navçeya Sûr a Amedê hatibû kuştin parêzer Tahir Elçîyî dike, li ser platforma vîdyoyê hate weşandin.
Belgefîlmê “Saeta Şikestî” (Kırık Saat) ku qala Serokê Baroya Amedê yê Berê yê di dîroka 28’ê meha Mijdara sala 2015’ê de li Sûra Amedê hatibû kuştin parêzer Tahir Elçîyî dike, di salvergera çarem a mirina wî de hate weşandin.
Belgefîlmê “Saeta Şikestî” (Kırık Saat) ji aliyê Rabîa Çetîn û Sînem Babûl ve di sala 2017’ê de hatibû kişandin û pevxistina belgefîlmê Alpay Yavûz çêkiriye. Di belgefîlmê de muzîkên; Firat Alkış, Husnu Arkan, Dengbêj Mahmût cih digirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com