Belgefîlmê “Sîpano” wê li Stenbolê bê nîşandan

Di 16’ê meha Mijdarê de, galaya belgefîlmê “Sîpano” ku qala çîrokeke koça berevajî dike, bi beşdarîya derhênerê belgefîlmê Sînan Yildiz re, li Şa Performansê li Stenbolê li dar dikeve.

Belgefîlmê “Sîpano” ku ji aliyê derhêner Sînan Yildiz ve hatiye kişandin û cara yekem li Şa Performansê derdikeve li pêşberî sînemahezan. Sînemahez dikarin bilêtên galaya belgefîlmê li Şa Performansê û Chalak Eventsê peyda bikin.

Mijara Belgefîlmê “Sîpano”:
Fîlmê ku derbarê çîrokeke koça berevajî de ye qala hezkirina xwezayê û gelek hêmanên ekolojîk jî dike. Fîlmê ku bêtir li ser karekterekî ye qala çîroka Burhan Cangoyî piştî 10 salan dev ji Stenbolê berdide û vedigere gundê xwe, bi çandiniyê re mijûl dibe dike. Di fîlmê de fikr û ramanên Cangoyî, hizra wî ya li hember xwezayê, çandiniya wî ya axê bi zimanekî sînematografîk tê nîşandan. Carinan hin karakterên din jî dikevin fîlmê ku bê navber karakterê sereke dişopîne û bi vî awayî kontrasta çavê wan û ya Cangoyî çêtir tê famkirin.

Dîrok: 16.11.2019 (Şemî – Saturday)
Saet: 20:00 (40 qd. / 40 min.)

Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir