Belgefîlmê “Siya Avê” hat weşandin

Belgefîlmê “Siya Avê” yê derhênerê kurd Metîn Yoksûyî, ji bo temaşevanan li ser Youtubeê hate weşandin.

“Siya Avê” (Suyun Sesi), qala yek ji gundên li ser bendava Ilısûyê, Gundê Ewtê yê girêdayî Navçeya Misirca Sêrtê ku di binî avê de dimîne, dike û çîroka du jinên ku li vî gundî dijîn tîne zimên.

Belgefîlm, ji aliyê derhêner Metîn Yoksû ve hate kişandin û cara yekem di dîroka 16’ê Reşemîyê de li Êlihê û pişt re jî li Sêrtê hatibû nîşandan. Danîşanên din ên belgefîlmê “Siya Şevê” ji ber vîrus coronayê hatin îptal kirin.

Bi bendava Ilısû re gelek gund û warên bajarên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê, yek ji bajarên herî kevn û dîrokî yên Heskîf a Êlihê jî tê de, ji 199 cihên jiyangehê herî kêm 35 cihên jiyangehê di binî avê de man. Dîroka bajarê Heskîf a Êlihê 12 hezar salî ye.

Belgefîlmên “Dîroka Mirina Avê” (Derhêner: Alî Ergul) û “Aether” (Derhêner: Rûken Tekeş) jî bal kişandin li ser bendava Ilısûyê û Heskîfê. National Geographic jî li ser Heskîfê belgefîlmeke amadekiribû.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir