Belgefîlmê “The Beatles: Get Back” Îlonê bête weşandin

Koma The Beatles” li seranserê cîhanê yek ji komên muzîkê yên herî serketî ye. Belgefîlmê “The Beatles: Get Back” ku qala pêvajoya qeyda albûma dawiya The Beatlesê dike, li DYA û Kenedayê dê di meha Îlonê de bikeve vîzyonê.

Li gorî ku di malpera kovara Altyazı’yê de cih digire, belgefîlmê bi navê “The Beatles: Get Back” ku qala pêvajoya qeyda albûma “Let it Be’nin” (1970), yek ji komên herî serketî yên muzîka cîhanê The Beatlesê dike, li DYA û Kenedayê dê di 4ê meha Îlonê de li sînemayan bikeve vîzyonê. Di belgefîlmê de qeydên deng û dîmenên koma The Beatlesê ku heta vê demê ne hatine weşandin jî cih digirin.

Belgefîlmê “The Beatles: Get Back” ku ji aliyê derhêner Peter Jackson re hatiye kişandin, dê ji hêla pargidaniya Disneyê bête belav kirin. Pevxistina belgefîlmê ji dîmenên ku di sala 1969’ê de ji aliyê Michael Lindsay-Hogg re hatiye kişandin ve, hat wergirtin û ji dîmenên 55 saetan pêk tê û heta niha qet ne weşandine. Her wiha tê de qeydên albûma “Let it Be”ê ku ji 140 saetan hatiye bijartin û qeydên dîmenên konsera The Beatles jî dê cih bigirin. Di belgefîlmê de, Peter Jackson digel Paul McCartney, Ringo Starr, Yoko Ono û Olivia Harrison ve dixebite.

Yek ji komên herî serketî yên muzîka Îngilistanê û cîhanê The Beatles, li seranserê dinyayê di salên 1960an de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kirine û ji aliyê bi milyonan guhdêrên muzîkê ve tête guhdar kirin û hunermendê nemir ê cîhanê John Lennon yek ji endamên vê komê bû.

Peter Jackson bi fîlmên xwe yên wekî; “The Hobbit: The Battle of the Five Armies” (2014) û “They Shall Not Grow Old’” (Belgefîlm, 2018)

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: