Belgefîlmê “The Salt of the Earth” hat weşandin

Malpera SALT’ê di çarçoveya 22’yê Avrêlê Roja Cîhanê de, lînka belgefîlmê bi navê “The Salt of the Earth” ku qala jiyan û rêwîtiya wênekeşê belgefîlman Sebastião Salgado re dike, ji bo temaşevanan vekirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karınca’yê de cih digire, Malpera SALT’ê di çarçoveya 22’yê Avrêlê Roja Cîhanê de, lînka belgefîlmê bi navê “The Salt of the Earth” ku qala jiyan û rêwîtiya wênekeşê belgefîlman Sebastião Salgado re dike, ji bo temaşevanan vekirin.

Wênekeşê belgefîlman ê navdar Sebastião Salgado di derbarê gelek mijarên wekî penaberî, koç, şer, xela’yê de dixebite. Sebastião Salgado, di belgefîlmê xwe ya “The Salt of the Earth” (2014) de, ber bi axên qerase yên ku hêj ji aliyê cîhana nûjen zerar jê nedîtine, ve derdikeve rêwîtiya kifşê, xweşikahîyên gerstêrka cîhanê nîşanî mirovan dide û ji wêneyan pêk tê. Her wiha hin sehneyên belgefîlmê, jiyan û têkîliya wî ya bi malbata Sebastião Salgado re jî nîşanî dide.

Belgefîlmê “The Salt of the Earth” ji aliyê kurê Sebastião Salgado’yî, Juliano Ribeiro Salgado û Wim Wenders re hatibû kişandin. Lînka belgefîlmê, ji ber 50’emîn Roja Cîhanê, dê heta 10’ê Gulanê weke binnivîs û bêpere vekirî bimîne.

Linka belgefîlmê: https://saltonline.org/tr/2234

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: