Belgefîlmê “Welatê Saroyan” hat weşandin
Lînka belgefîlmê “Welatê Saroyan” (2013) ku ji aliyê Lusin Dink ve hatibû nivîsandin û kişandin, ji bo temaşavanan li ser Vimeoyê hat vekirin. Di belgefîlmê de, nivîskarê navdar ê ermen William Saroyan ber bi warê xwe yê Bidlîsê derdikeve rêwîteyeke dirêj û tê de bêrîkirina wî xwe dide der.
Belgefîlmê “Welatê Saroyan” (2013) yê Lusin Dinkî, ji bo temaşevanan li ser platforma Vimeoyê hat weşandin. Belgefîlm, qala rêwîtiya nivîskarê cîhanê William Saroyanî ku ber bi ax û welatê wî, dike û hesret, hezkirin, êş, hêvî, bêhêvîtiya wî nîşan dide. “Welatê Saroyan” bi awayekî belgefîlm-sêwirî hatiye kişandin û ji hevpeyvîn, çîrok û gotinên nivîskarê pêk tê.
Nivîskar û wêjekarê navdar ê ermen William Saroyan di sala 1908’ê de li bajarokê Fronse yê girêdayî parêzgeha Kaliforniya DYAyê ji dayîk bûye û bi eslê xwe ermen e ku malbata wî ji ber sedemên şerê ji bajarê Bidlîsê koçkirine li Amerîkayê. Nivîskar, li seranserê cîhanê tê naskirin û di sala 1964’ê de jî hatiye li Tirkiyeyê û pişt re jî seredanî ax û warê malbata xwe yê bajarê Bidlîsê kiriye.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com