Belgefîlmê “Wergerandina Ulysses” li Dublînê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’ girt
Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê tê lidarxistin ku îsal di navbera 12-18ê Pûşberê de li dar ket. Belgefîlmê “Wergerandina Ulysses” ji festîvalê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’ girt. Belgefîlm, bi beşdarîya derhêneran li bernameya Dublin UNESCOyê derket li pêşberî temaşevanan.* û dê di 21ê mehê de bi beşdarîya derhêneran li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê bê nîşandayîn.*
“Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses) ji alîyê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û ji belgefîlmê fragmana yekem li ser platforma Vimeoyê parvekirin. “Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina “Ulysess”ê disekine û li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê û 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê hate nîşandayîn. Guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) jî sala par li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê Xelata Baştirîn girtibû.
Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan. Çapa taybet a “Ulysses”ê jî hate weşandin. Kawa Nemir gelek berhemên xwe weşandine û heta niha berhemên wêjekar û şanonûsê hoste yê cîhanê William Shakespeare jî têde bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî.
Belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina romana “Ulysess”ê disekine ku ji belgefîlmê fragman û sewyan (afiş) hatin weşandin. Rêwîtiya festîvalan ya belgefîlmê didome ku dê di demeke nêz de bikeve vîzyonê. Belgefîlm, di der barê “Ulysess” a Kurmancîyê de ye ku bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye.
Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kişandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê wergirt. Ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com