Berhevokeke ji bernameya 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê hate hilbijartin û dê di navbera rojên 6-11ê Tîrmehê de li şeş navendên navçeya Antakyayê bêne nîşandayîn.

Bernameya Antakyayê ya Documentaristê di 6ê mehê de destpê kir û dê heta 11ê Tîrmehê bi nîşandayîna belgefîlman bidome. Nîşandanên belgefîlman bi hevkarîya Koma Sînemayê ya Zanîngeha Bogazîçîyê, Piştgirîya Erdhejî ya Hatayê, Kolektîfa Tomruksuyu ya Karaçayê, Dibistana Aşîtîyê ya Servasê û bi piştgirîya sazîyên xwecihî hate amadekirin. Belgefîlmê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî yê “Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses) jî dê di 10ê mehê de li çarçoveya berhevoka belgefîlman bê nîşandayîn. Li bernameya Documentarisê ji bo zarokan fîlmê anîmasyonê jî cî digirin. 

 “Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina ‘Ulysess’ê disekine. Belgefîlm, heta niha li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê, 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê, li Dublin UNESCOyê, li navenda Sînematekê/Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê ya Stenbolê hate nîşandayîn û li Festîvala Fîlman a Bloomsdayê li Dublîna Îrlandayê xelata ‘Fîlmê Herî Serketî yê Joyceî’ girt. Guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) jî sala par li Dublîna Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê Xelata Baştirîn girtibû.

Rêwîtiya festîvalan ya belgefîlmê didome ku dê di demeke nêz de bikeve vîzyonê.  “Wergerandina Ulyssesê”, di der barê “Ulysess” a Kurmancîyê de ye ku bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye.

Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan. Çapa taybet a “Ulysses”ê jî hate weşandin. Kawa Nemir gelek berhemên xwe weşandine û heta niha berhemên wêjekar û şanonûsê hoste yê cîhanê William Shakespeare jî têde bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî.

Bernameya Antakyayê ya 16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê:

Documentarist
Nîşandanên Belgefîlman a Antakyayê 
(6-11ê Tîrmehê, 2023)

6ê Tîrmehê, Pêncşem, saet: 21.00
Samandağ İBB Çadir Kent:
Ji bo zarokan nîşandana fîlmê anîmasyonê

7ê Tîrmehê, În, saet: 21.00
Serînyol Dostlar Yerleşkesi:
Duet (2022, 72′) Derhêner: Îdîl Akkuş, Ekîn Îlkbag

8ê Tîrmehê, Şemî, Saet: 21.00
Dibistana Hîndekarîya Seretayî:
10 Minutes Older (1978, 10′), Der: Herz Frank
Dream Land (2004, 34′), Der: Laila Pakalnina
Zeytînlîgîn Ardi (2022, 19′), Der: Mervan Serhat Sarişin
Belgesele Yolculuk (2022, 20′), Der: Mîraç Eraslan

9ê Tîrmehê, Yekşem, Saet: 21.00
Li ber Mala Defneyê ya Yenîçagê:
Yaramaz Çocuklar (2021, 93′)
Der: Ahmet Necdet Çupur
Hevpeyvîna onlinê bi derhênerê belgefîlmê re

10ê Tîrmehê, Duşem, Saet: 21.00
Qada Festîvalê ya Karaçay-Tomruksuyu:
Wergerandina Ulyssesê  (Ulysses Çevirmek, 2023, 70′)
Derhêner: Aylin Kuryel, Fırat Yücel
Hevpeyvîna bi derhênerên belgefîlmê ve


11ê Tîrmehê, Sêşem, Saet: 21.00
Qada Festîvalê ya Karaçay-Tomruksuyu:
Sandes (2022, 7′)
Der: Berkay Ozdînç
Hatay: 17-24 Nîsan 2023 (2023, 58′)
Der: İmre Azem
Hevpeyvîn: Tugçe Tezer, Mustafa Ozçelîk, Mehtap Arslanyuregî

Ji bo agahî:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com