Belgefîlmê “You Name It” dê li DYAyê bê nîşandayîn

Belgefîlmê dirêj ê bi navê “You Name It” ku ji aliyê derhêner û çêkerê xelatgir ê kurd Hasan Demîrtaşî ve hatiye kişandin, dê di navbera 25-28’ê Pûşberê de li Festîvala Fîlman a Treasure Coastê li DYAyê bê nîşandayîn.

Belgefîlmê dirêj ê “You Name It” ku ji aliyê derhêner, çêker û senarîstê kurd Hasan Demîrtaş ve hatiye nivîsandin û kişandin, piştî nîşandana bernameyên Festîvala Belgefîlman a Thessalonikiyê (2019), li Festîvala Fîlman a Floridayê û gelek festîvalên din, dê di navbera 25-28’ê Pûşberê de li Festîvala Fîlman a Navteweyî ya Treasure Coastê li DYAyê bê nîşandayîn. Belgefîlmê “You Name It” qala sê komkujiyên mezinê dike. Festîvala Fîlman a Treasure Coastê ji ber vîrusa koronayê hatibû paş ve xistin.

“You Name It”ê (01.26) yekem belgefîlmê dirêj ê Hasan Demîrtaşî ye. Derhêner, li seranserê cîhanê di bernameyên gelek festîvalên fîlman de, bi gelek kurtefîlmên re xelat girtin û beşdarî li festîvalên wekî Cannes, Xelatên Akademiyê û Atlantayê bû. Derhêner Hasan Demîrtaş perwerdehiya xwe ya lîsansa bilindê li Zanîngeha Northwesternê xilas kir û teza xwe li ser mijara Medyaya Belgefîlman nivîsand û di heman Zanîngehê de erkedarê hîndekariyê kir. Hin belgefîlm û kurtefîlmên Hasan Demîrtaşî; “Engel Siz” (2012), “Tengav” (2013), “Carry My Voice” (2017) .

 

Çavkanî:

https://younameit2019.wixsite.com/mysite

http://www.kameraarkasi.org/yonetmenler/hasandemirtas.html

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: