Belgefîlmeke bi Kurdî û bi Gurcîkî li Gurcistana Sovyetê: “Em Êzdîne”

Belgefîlma bi navê “Em Ezdîne” (1982) ku li ser çand û jiyana Kurdên Gurcistana Sovyetê (Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê) hatiye kişandin, ji platforma Youtubeê weşandine. Belgefîlma balkêş, bi Kurdîya Kurmancî û bi Gurcîkî hatî kişandin û ji 30.12 deqîqeyê pêk tê.

Di meha Pûşbera vê salê de, belgefîlmeke din a bi Kurdî “Dostê Minî Qedîmî” (Hevalê Min ê Kevnar, 1988) ku qala çand û jiyana Kurdên Ermenistana Sovyetê dike, jî li ser Youtubeê hatibû weşandin. Belgefîlm, ji aliyê derhênerê ermen L. Grîgoryane ve li stûdyoya Armenfilmê hatî kişandin û senaryoya wê jî L. Grîgoryan û K. Zakaryan bi hev re nivîsandin.

Li Sovyetan 7 fîlmên li ser jiyana Kurdan

Di navbera salên 1926-1988ê de li Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst li ser çand û jiyana Kurdan gelek fîlm û belgefîlm hatine kişandin. Yek ji wan fîlman jî fîlmê “Zerê” (Zarê, 69 deqîqe, 1926) ye û yekem fîlmê dirêj e ku li ser jiyana Kurdan hatiye kişandin.

Fîlmê “Zerê”, ji romana bi navê “Lazo” ya Hakob Xazaryanî ji aliyê derhênerê navdar ê ermen Hamo Bêknazaryanî ve bo sînemayê hatiye lê anîn. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopîyên kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî dike.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: