Belgefîlmên Pawel Pawlikowski weke online weşandin

Derhênerê navdar ê Polonî Pawel Pawlikowski belgefîlmên xwe li ser Vimeoyê weke online vekirin. Di navbera belgefîlmên ku li platforma Vimeoyê hatine weşandin de; “From Moscow to Pietushki”, “Dostoevsky’s Travels”,  “Serbian Epics”, “Tripping With Zhirinovsky” jî hene.

Derhêner Pawel Pawlikowski ji bo televîzyonên Brîtanyayê belgefîlman kişandin û pişt re yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Last Resort” (2000) kişand. Derhêner, di sala 2004’ê fîlmê xwe yê “My Summer Of Love” û piştî vî fîlmê, “La femme du Vème” (2011) kişandiye. Pawel Pawlikowski di sala 2013’ê de li bernameya Xelatên Akademiyê di beşa Zimanê Biyanî de xelata Fîlmê Baştirîn û bi fîlmê xwe yê bi navê “Cold War” (2019) re dîsa li Xelatên Xelatên Akademiyê di beşên Zimanê Biyanî de Fîlmê Baştirîn û Derhênerê Baştirîn de ket pêşbaziyê. Derhênerê navdar, li BAFTA û Cannesê xelata Derhênerê Herî Serketî girt û li gelek festîvalên fîlman bi ser ket.

Temaşevanên sînemayê dikarin belgefîlmên derhêner Pawel Pawlikowski li ser vê lînkê temaşe bikin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d