Belgefîlmên Urdin û Indonezyayê li Stenbolê bêne nîşandayîn
Du belgefîlmên Urdin û Indonezyayê di dawiya vê hefteyê de li Sînemaya Kundurayê ya Stenbolê bêne nîşandayîn.
Belgefîlma “Waterproof” ya hunermend û derhênera Elmanyayê Daniela Königê li ser çîroka sê amûrsazên jin ên li Urdinê dijîn, disekine ku dê di 28ê Gulanê de bê nîşandan. Belgefîlma din a vê hefteyê, “Behind the Flickering Light: The Archive” ya derhêner Hafiz Rancajaleyî ye ku qala çîroka jiyana avakarê Sinematek Indenozyeyê Misbach Yusa Biranî dike û rewşa sînemaya nûjen a Indenozyayê nîşan dide. Hemû nîşandanên bernameyê bêpere ne.
Belgefîlmên din ên bernameyê yên ku di meha Pûşberê de bêne nîşandayîn:
4ê Pûşbera 2022yê, Şemî
17:00 | LUCHADORAS | Kundura Sinema
11ê Pûşbera 2022yê, Şemî
17:00 | ONCE UPON A TIME IN VENEZUELA | Kundura Sinema
12ê Pûşbera 2022yê, Yekşemî
17:00 | ONE HUNDRED CHILDREN WAITING FOR A TRAIN / CINEMA, MON AMOUR
19ê Pûşbera 2022yê, Yekşemî
17:00 | BEYOND MY STEPS / ALAM LAYSA LANA / A WORLD NOT OURS
Ji bo agahî: beykozkundura.com
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com