Ben Affleck wê bi fîlmê “Aquaman and the Lost Kingdom” derbikeve li pêşberî sînemahezan

Çêkerê fîlman û lîstikvan Jason Momoa ragihand ku lîstikvanê navdar Ben Affleck wê bi fîlmê “Aquaman and the Lost Kingdom” re derbikeve li pêşberî sînemahezan. Lîstikvan, dê di fîlmê de bi rola Batmanî cih bigire.

Xelatgirê Oscarê Ben Affleck, di fîlmên Batman v Superman: Dawn of Justice (2016), Suicide Squad (2016) û Justice League (2017) de weke “Batman” cih girtin. Hate ragihandin ku lîstikvan Affleck wê di sala bê de jî bi fîlmê “The Flash” re weke ‘Batman’ derbikeve li pêşberî temaşevanan.

“Aquaman and the Lost Kingdom” fîlmê duyem ê “Aquaman”ê ye ku dê di dîroka 17ê meha Adara 2023yê bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Deadline 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir