Berendamê Oscarê yê Îrlandayê diyar bû: The Quiet Girl

Akademîya Televîzyon û Fîlman a Îrlandayê (IFTA) ragihand ku berendamê 95emîn Xelatên Oscarê yê Îrlandayê îsal bûye fîlmê Colm Bairéad ê ‘An Cailín Ciúin’ (The Quiet Girl).

‘An Cailín Ciúin’ yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner Colm Bairéadî ye û ji kurteçîroka Claire Keegan ê bi navê ‘Foster’ê ji bo perdeya sînemayê hatiye kişandin. Fîlm, di sala 1981ê de li Îrlandayê diqewime û qala çîroka jiyana Cáitê dike. ‘An Cailín Ciúin’ ji Xelatên Akademîya Îrlandayê beşên derhênerî, lîstikvanî, sînematografî, pevxistin, sêwirandina çêkirinê û mûzika resen jî tê di heft beşan de xelat girtin.

Fîlm, îsal ji bo 95emîn Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandan û dê di beşa metrajdirêj de bikeve pêşbazîyê ku ji aliyê jurîya Akademîya Televîzyon û Fîlman a Îrlandayê ve hate hilbijartin. Seroka jurîyê Áine Moriarty e û di nav endamên Juriyê de Roma Downey, John C. Reilly, David Flynn, Aisling Walsh, Fionnula Flanagan û Jim Sheridan cih digirin.

Fîlmên ku dê ji bo Xelata Oscara Navneteweyî yên 2023yê bikevin pêşbazîyê, wê di dîroka 21ê Berfanbara 2022yê de di lîsteya fînalîst de cih bigirin. Piştre jî di 24ê Rêbendana 2023yê de pênc fîlmên dawî dê weke berendamên Oscarê bêne hilbijartin. 95emîn Xelatên Oscarê (Akademî) dê di 12ê Adara 2023yê bê lidarxistin.

Berendamên Texmînî yên Pêşbirka Oscara Navneteweyî yên 2023yê

Close – Belçîka

E.O. – Polonya

Godland – Îzlanda

Decision to Leave – Koreya Başûr

Bardo – Meksîka

Argentina 1985 – Arjantîn

Corsage – Awistirya

Utama – Bolîvya

Holy Spider – Denmark

RRR – Hindîstan

RMN – Romanya

Alcarràs – Îspanya

Boy from Heaven – Swêd

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: