Berhema William Shakespeare ya “Hamlet” dibe fîlm
Lîstika şanoyê ya wêjekar û şanonûsê navdar ê cîhanê William Shakespeare ya “Hamlet” wê ji alîyê derhêner Aneil Karia ve weke fîlmê sînemayê bê kêşandin û lîstikvan Riz Ahmed dê di fîlmê de bi rola ‘Hamlet’ cih bigire. Aneil Karia bi fîlmê “Surge” tê naskirin û Riz Ahmed bi kurtefîlmê “The Long Goodbye” ji Xelatên Akademîyê xelata Oscarê girtibû.
Hate ragihandin ku fîlmê nû ji alîyê pargîdanîya fîlman a WME Independent ve dê ji bo bazara Cannesê bê şandin ku weke lêanîna nûjen a Hamletê pejirandine. Senaryoya fîlmê Hamletê dê ji alîyê Mishael Lesslie ve bê nivîsîn û têde lîstikvanên Morfydd Clark (Ophelia) û Joe Alwyn (Laertes) jî cih digirin. Fîlm bi çêkerîya Allie Moore, Riz Ahmed, Michael Lesslie, Jim Wilson û Left-Handed Films ve tê amedekirin.
Rêveberên WME Independentê Deborah McIntosh û Alex Walton li ser projeya fîlmê daxuyanîyeke dan û gotin “Guhertoyeke Hamletê ye ku heta niha qet nehatiye dîtin û wê li ser têmayên navajoyî, nûjen û rojane bisekine.” di daxuyanîyê de hate ragihandin ku “Ev ê guhertoyeke kurtkirî ya berhemê bibe”.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com