Berhevkar Berekat Ozmen: Ez stranên sewta wan xweş in berhev dikim
Hevpeyvîna Taybet: Gonul Gun
Berekat Ozmenê berhevkarê kurd bi salan e stran û kilaman berhev dike û ew xwediyê arşîvekê ye. Ozmen ji sala 1972an pê ve li pey tomarkirina stranan e geh ji kasêtan û geh jî ji plakan stran û kilaman berhev kiriye. Berhevkar Ozmen piştê salan dest bi dîgîtalîzekirina arşîva xwe jî kiriye û wana bi riya derfetên medyaya dîgîtal û civakî digihêne şopîner û kesên eleqeder. Me li ser jiyan bi taybet ked û serpêhatiya Berekat Ozmenê berhevkar hevpeyvîneke dûr û dirêj çêkir. Kerem bikin hûn jî bibin parçeyeke vê sohbetê.
Berekat Ozmenê berhevkarê stranan yê bi salan ewilî wiha behsa xwe dike.
Ez di sala 1944an de li gundê Baqisyana Nisêbîna Mêrdînê hatim dinê. Dibistana seretayî û ya navîn min li Nîsêbînê xwend. Paşê li amadehiyê (lîseya) huner (sanat enstîtûsiyê) li Mêrdînê xwend. Piştre min zanîngehê jî li Stenbolê beşa endazyariya Înşaatê xilas kir. Ez ji sala 1972an pê ve li Amedê dijîm û min karê xwe jî li vir kir û di sala 2005an de jî ji karê xwe teqawîd bûm.
Em te weke kesekî kilam û stranan berhev dike dizanin. Serpêhatiya te ya berhevkirinê ji kengî ve dest pê kiriye?
Beriya salên 1960î radyo hebûn. Li gundan ceyran (elektrîk) tune bû û wê demê hêj pîl jî îcad nebûbûn. Radyo bi riya teknolojiya, rêbaza anod û katod dixebitîn. Kurê apê min wê demê radyoyek li cihekî peyda kiribû. Me bi riya vê radyoyê, kilam û stranên kurdî ji radyoyên Bexda û yê Erîwanê guhdar dikir. Ji wê demê pê ve kêfa min ji stranan ra tê.
Kur apekî min diçû binxetê û ewilî di sala 1972an de kasêteke Mihemed Şêxo li Qamişloyê anî. Piştre min vê kasêtê guhdar kir û min bi xwe got, “Ev stranbêj çi qas xweş dibêje” û ji wê salê pê ve kêfa min ji Mihemed Şêxo re tê. Wekî din di sala 1986an de kur apekî min çû li Qamişlo û ji min re 10 kasêtên Mihemed Şêxo anî. Ji wê salê pê ve min kasêtên Şêxo dan hev û hema hema min hemû kasêtên wî tomar kiriye. Paşê min got ka ez biçim Irakê ez kasêtên Mihemed Arif Cizrawî û yê Hesen Cizirî jî berhev bikim. Min kasêtên wan jî peyda kirin. Ez deh-panzdeh caran ji bo berhevkirinê çûm Iraq û Suriyeyê. Min kasêtên wan hemû yan dan hev. Bi van xebatan hema min dest bi berhevkirina kilam û stranan kir. Piştê ku di sala 2005an de teqawîd bûm, min bêhtir giraniya xwe da li ser karê berhevkirinê û heta roja îro…
Te di bersiva xwe ya berî vê de behs kir. Lê tu bi sala ne berhevkariya stranên kurdî dikî. Gelo “tam bû çend sal” tu berhevkariyê dikî?
Weke min di bersiva xwe ya ewilî de jî got ji sala 1972an pê ve min hêdî hêdî dest bi berhevkariyê kir. Lê piştê ku kur apê min di sala 1986an de ji min ra deh kasêt anî êdî min tam dest bi berhevkirina kasêt û stranan kir. Yan min hin li deran kasêtan peyda dikir yan jî ez bi xwe diçûm min kasêtan dikirî. Li Nîsêbînê ji gelek kasêtfiroşan min kasêt kiriye. Bi taybet kasêtên Mihemed Şêxo li ku hebaya ez diçûm min ew kasêtan peyda dikir.
Dema stranan berhev dikî pîvanên te çi ne. Ji ber ku filan stranê hez dikî yan ji bo ku stranê bi kalîte dibînî yan jî ji ber sedemên din berhev dikî?
Ez stranên ku hez dikim berhev dikim. Ev stranan jî divê sewta wan xweş be û biherikin. Yan stranên gelerî yan stranên dengbêjî ferq nake û ji bo min ya girîng kalîte ye. Herwisa dixwazim stranên xweş bên parastin û arşîvkirin. Lê bila stranên ne xweş neyên parastin û arşîvkirin. Di dawiyê de wiha bibêjim ez stranan li gorî kalîteya wan tomar dikim.
Li ser plak û kasêtên ber destên te dikarî çi bibêjî?
Li ser plak û kasêtên ber destên xwe wan tiştan dikarim bibêjim. Ber destê min kasêt û plak henin. 75 kasêt henin û ew jî kasêtên makarayê ne. Her wiha plak jî henin û karê plakê kareke zehmet e. Du makîneyên min yên plakê hene û dema derziyên wan jî xira dibin meriv nikare wan makîneyan bikarbîne.
Berhevkirina stranan bi riya kasêt û plakan bi tena serê xwe karek e lê belê te heman demê wan berhemên berhev kiriye dîgîtalîze jî kiriye. Te kengî dest bi dîgîtalîzekirina berheman kiriye û tu vê yekê çawa pêk tînî?
Ez çima kasêtan dîgîtalîze dikim? Ez wiha behsa serpêhatiyeke xwe bikim. Dema li bajarê Qamişloyê bûm kesekî ji min ra got, “Ev kasêtên Mihemed Şêxo divê bên dîgîtalîze kirin. Ji ber ku piştê demekê dirêj ji ber wextê derbasbûyî û şert û mercên fîzîkî yanî weke rutûbet, germa zêde ku dikare zirarê bide kasêtan divê kasêt bên dîgîtalîzekirin.” Min pêşiyê got, “Ka vê karê ez bikim?” lê paşê min dest bi dîgîtalîzekirina kasêtan kir.
Ji bo ku kasêt ango stran-kilamên li kasêtan hatine tomarkirin ji dest neçin kasêtan dîgîtalîze dikim. Ji ber vê sedemê ez çûm min kompîtir û teybekê kirî. Dema kasêtan peyda dikim filan kasêtê dixime teybê û ji vir jî derbasê kompîtirê (bernameya vê yekê heye) dikim. Stran û kilaman jî piştê dîgîtalîzekirinê di kompîtirê de li gorî kategoriyên wan arşîv dikim. Berî sala 2005an min dest bi dîgîtalîzekirina kasêtan kir.
Piştê salan te gelek stran dîgîtalîze kiriye. Gelo heta niha arşîveke çawa û çi qas li ber destê te berhev bûye?
Gelek stranbêj û berhem hene nikarim li ser van hejmareke teqez bibêjim. Lê belê, berhemên ku min dîgîtalîzekiriye û niha di arşîva min de ne dikarim wiha behsa wan bikim.
Min berheman hema bibêje bi qasî 750 gb û bi awayê mp3 tomar kir û her gbek jî ji 16 saetan pêk tê. Bi vî awayî ev qas stranên kurmancî û herwiha 600 gb jî stranên tirkî hene. Berhemên min dîgîtalîzekirine niha ev qas gb in.
Dikarim wiha bibêjim çi bi kasêt çi jî plak di ber destê min de çi hebe min gişka dîgîtalîze kir. Ez bibêjim min stran, kilamên rind qeyd kiriye û yên ne rind qeyd nekiriye. Di kasêtekê de 5 stran hebe yên bi kalîte min digîtalîze kir. Lê dema him stran û him jî qeyda stranan rind û kalîte be ez hemûyan dîgîtalîze dikim. Min van berhemên ku dîgîtalîze kirî pir kêm ji wan li Youtubê parvekiriye.
Dikarî hinek jî bi hûrgilî behsa naveroka arşîva xwe bikî?
Belê wiha behsa naveroka arşîva xwe bikim. Di arşîva min de berhem piranî ji zaravayê kurmancî ya kurdî pêk tên û 700 gb bi kurmancî stran û kilam henin.
Wekî din bi zimanê din bo nimûne 600 gb jî tirkî berhem hene. Herwisa bi hejmareke kêm be jî (40-50 kasêt) ji zimanên din weke erebî (qasîde), yûnankî, ermenkî, suryankî û yên din jî berhem henin. Li ser meselê, Hafiz Memduh heye û qasîdeyan gelekî xweş dibêje û ji Dêrika Mêrdînê ye. Şêx Sulez heye û ew jî ji Sitawra Mêrdînê ye û ji zû de wefat kiriye û qasîde yên wî yên zehf rind hene. Dikarim bibêjim arşîva min piranî ji berhemên kurmancîya kurdî pêk tê.
Tu wan berhemên ku dîgîtalîze kiriye di platformên medyaya civakî (Facebook) û kanala xwe ya Youtubê de jî parve dikî. Gelo ji şopîner û derdorê xwe bertekên çawa digirî?
Bertekên gelekî erenî û cihêreng ji kes û deverên cuda digirim. Û ji min re dibêjin, “Em te dişopînin û em ji karê te kêfxweş in.” Dîsa ev kesana dibêjin, “Haja me ji filan stranê bi saya te çêbû û em filan stranê nû dibîhîsin.” Dîsa dibêjin, “Xwedê emrê te dirêj bike”.
Li ser meselê, Habît Dihokî heye û kemançetekî serkeftî ye. Ew min geriya û got, “Di dinyayê de yekî mîna te nîne. Karê ku tu dikî hêja ye. Dema hatî Dihokê dixwazim te bikim mêvan. Mala te ava.” Dîsa ji Ewropayê jî min digerin û dibêjin, “Tu karekê hêja dikî”.
Min bi xwe kanala xwe ya Youtubê vekiriye û ez bi xwe berheman cihên weke li Facebook û Youtubê parve dikim. Ez bi tenê vê karê birêve dibim.
Tu dibêjî yên ku bixwazin dikarin ji arşîva te sûdê jê bigirin. Gelo heta niha kî xwestiye û hatiye li cem te ji bo ku ji arşîva te sûdê jê bigire?
Belê dixwazin û helbet ji min pirsîne û alîkariyê xwestine. Ez jî bi kêfxweşî arşîva xwe li gel wan parve dikim. Li ser meselê kesekî min geriya û got,” Diya min berhemên Fatilê Kufravî (yekî bi çavê xwe kor e û nika li Qoserê ye) dixwaze.” Ev kes hat li cem min û min jî berhemên wî hunermendê da wî kesî û wî jî spasi yên xwe kir.
Wekî din hin kes jî ji bo xwe tên û ji arşîva berhemên filan hunermendê dixwazin û ez alîkariya wan jî dikim û hîç xemsariyê nakim. Dîsa xwendekar jî hatine û ji bo xebatên xwe ji min alîkarî xwestine. Li ser meselê kesekê xwendekara masterê ya beşa kurdî jî ji min alîkariyê xwestibû û min alîkarî da wê kesê jî. Têkiliyê min bi wan kesan re qut nabe û her berdewam dike.
Bi taybet lêkolîner xwe gihandine te û xwestine sûdê ji arşîva te bigirin?
Belê. Lêkolînerên li welatên biyanî yan jî yên bi xwe biyanî ne, xwestine û dixwazin ji arşîva min sûdê jê bigirin.
Li ser meselê, kesekî ji Omeriya bû û li Amerikayê dijiya hat li cem min. Li zanîngeha Yaleyê akademîsyen bû û navê wî Mehmet Kurt bû û hat mala min. Nêzî du saetan ma û ji bilî berhemên emanet, min hema hemû stran û kilamên ku arşîvkirîbû dane wî. Piştre ew kesî akademîsyen min geriya û got, “Me deh kesan peyda kir û dê vê xebatê wergerînin îngilizî ji bo cîhanê.”
Wekî din, hevalekê jî ji min re got, “Kesekî Amerîkî ji bo arşîva te, dixwaze te bibîne û were li cem te.” Lê belê wê demê ji ber pandemîyê ew kes nikaribû bihata.
Dîsa hin kes ji min dixwazin û dibêjin filan berhemê li platformên medyayê li Youtubê parve bike. Ez bi ya wan jî dikim û ji bo wan kesan berhema ku dixwazin li Youtube û Facebookê parve dikim. Ez hîç texsîr nakim.
Li ser meselê dîsa kesekî ji Wîranşehra Urfayê ye û min carinan digere û dibêje ez seqet im û nikarim ji cihê xwe bilivim û nikarim bimeşim. Çavên min jî baş nabînin dikarî navên stranan hinek din gir binivîsî û wisa stranan parve bikî yan ji min re bişînî.
Te di hevpeyvînekê xwe de gotiye tu hunermend Meyrem Xanê û Mihemed Şêxo pir hez dikî. Bi ya te hunera wan çawa ye û herwiha hemû berhemên wan hunermandan ber destên te arşîvkirî hene?
Çawa bibêjim deng û sewta wan ji min re gelekî xweş tê. Piştre dikarim navê Seîd Axa jî bibêjim û dengê wî jî hez dikim. Bi ya min dengê van hunermendan gelekî xweş e.
Belê. Dikarim bibêjim ji bilî ji stranên “Bavê Şikrî, Ho Şikrî” yên Meyrem Xanê hemû berhemên Meyrem Xanê li cem min hene. Kasêtên Meyrem Xanê di wextê xwe de gelekî baş hatine qeyd kirin. Niha em ji plakan stranan bi awayî kalîte nikarin qeydên baş bigirin û arşîv bikin ji ber ku plak girûz û xêz bûne. Min ji plakên resen (orjînal) berhemên Meyrem Xanê girtine.
Mihemed Şêxo jî hemû berhemên wî ber destên min arşîvkirî hene.
Bi riya berhevkirinê stran û kilaman tomar dikî. Dikarî çend serpêhatiyên xwe yên li ser berhevkirinê ji me re bibêjî?
Erê, çawa hene. Li ser meselê kesekê ji Îzmirê min geriya û got,” Kur apê min heye him mela ye û him jî mixtar e û kasêtên wî (esil yên bavê wî ne) hene. Em bidin te tu jî wana dîgîtalîze bike.” Ew xanima belku 2 hezar kasêt anîn li cem min û min wan qeyd û dîgîtalîze kirin û paşê min wan kasêtan dane wan. Belku 5 hezar kasêt ji min re bi vî awayî anîne û min jî dîgîtalîze kiriye.
Wekî din di 2015an de çûm li Radyoya Dihokê û li wir kesekî heye Adîl Hecî dostê min e. Odeya wî ya muzîkê heye û çend caran çûme wir. Min got,” Plak li cem we hene?” Wana jî 50 plakên Meyrem Xan, Mihemed Arif Cizrawî, Seîd Axa û Hesenê Cizrawî dane min. Min teyba xwe û mp3 jî biribû di nava du rojan de min hemû berhemên ji 50 plakên resen bi makîna xwe qeyd kir, kopî girt.
Her wisa Şêx Osman heye ji Dihokê ye û arşîva wî heye. Ew kes plakan berhev dike û 400 plakên wî hene. Ew dibêje 10 hezar dolar bînin û makîneya xwe bînin werin her 400 plakê ji xwe re qeyd bikin. Bi qasî rojekê li cem Şêx Osman mam. Ji 400 plakan ji berhemên Meryem Xan 20 û 15-20 jî yê Seîd Axayê Cizrawî da min, min wana jî ji bo xwe qeyd kir. Ger derfetên min hebin ez ê bi qasî 5-6 hezar plakek bikirim û dîsan biçim Dihokê li cem Şêx Osman plankên wî qeyd bikim.
Dixwazim di vir de behsa serpêhatiyeke xwe ya din jî bikim. Bavê Mêvan heye li Zaxoyê (li Zaxoyê agir bi dikana wan ket û şewitî). Di dikanê de 2 hezar saet makara bant hebûn. Bavê wî qehwecî bûye û di sala 1955an de çû ye makara bant kiriye. Ev kes wê demê, çû ye li bangê Hesenê Cizrawî û Mihemed Arif Cizrawî kiriye dengê wan qeyd kiriye. Bi vî awayî him merivên ku hatine, wan hunermendan guhdar kirine û him jî çaya xwe vexwarine. Ew kes ji min re got,” Ez van stranan nadim birayê xwe lê madem tu M. Arifî Cizrawî hêj dikî ez ê vana bidim te.”
Ez kesekî bi meraq im û min him ji plak û him jî ji kasêtan berheman dîgîtalîze kiriye. Şensên min jî heye û biçim ku meriv li gel min berhem û arşîvên xwe parve dikin ango didin min.
Ji bo berhevkariyê çûyê kîjan bajar yan deveran?
Ez çûme hin bajar û devaran. Bajarê weke dibe ku bi dehan caran hema bêje bist û şeş caran çûme ev cih bajarê Qamişloyê ye. Herwisa çûme Dihok, Zaxo û Hewlêrê. Ji bo kasêtan berhev bikim çûme van bajaran. Ez vê ya jî bînim zimên, min ji vê xebatê ji bo ku pere qezenc bikim min nekiriye ji bo meraq û dawxaza xwe min berhevkariyê kiriye.
Dema xwe gihandina kasêt, plak û kesan te zehmetê kişandiye yan na?
Bi rastî gelek caran min xwe bi hêsanî gihandiye çavkaniyan û ez hinek bi şens bûm. Lê belê hin caran jî xwe gihandina çavkaniyan zehmettir bûye. Li ser meselê, dema carekê em ji bo serxweşiyê çûbûn Sêrtê bûyerekê hate serê min. Piştê serxweşiyê em derbasê sûka betaniyan (betaniyên Sêrtê) bûn. Me li nihêrê dengê strana Lawikê Medenî ya Mihemed Arif Cizrawî ji texsîyekê hat. Min ji ajokarê texsiyê pirsî, min got,” We vê kasêtê ji ku peyda kir?” û wî jî got,” Ez nizanim bavê min dizane.” Bavê wî jî terzî bû û dikana wî jî hema li rex bû. Min pirsa ev kasêta ku kilama Lawikê Medenî dibêje kir. Wî kesî jî got,” Ev kasêt 25 sal e li cem min e.” Min got,” Ez dixwazim qeyda vê kilamê bigirim” û ew got,” Bigire” lê dem nemabû û lazim bû em vegeriyana. Min jî got,” Ez ê paşê werim.” Piştê deh rojên din ez ji bo vê kilama hanê rabûm çûm Sêrtê. Ez wê demê li Malabadiyê û li bendava Batmanê dixebitîm. Wê rojê şilî jî hûrik hûrik dibariya. Ez di rê de bûm piştê 5-6 km yan min nihêrê kesekî (Bekîr Han) destê xwe ji min re hilda. Ew kes derwêş bû û di destê wî de def hebû û digot, “Ez diçime gundan.” Ew siwarî wesaîta min bû û min jê re got,” Ka ji min re were û ez ê filan kasêtê hildim. Piştre em ê şivekê jî bixwin paşê vegerin.” Ez çûm Sêrtê û li cem wî terziyê û min got, “Ka kasêtê bidin me” û wî jî got, “Kasêt nîne û herin danê nîvro werin.” Piştre em dîsa çûn li cem wî. Wî jî got, “Karê min heye nikarim bi te re egle-mijûl bibim.” Ew derwêşê li ba min jî got, “Ev kes kesekî bi meraq e. Ji Malabadiyê Batmanê ji bo vê kasêtê hatiye vir.” Piştre ew terzî dîsa got, “Na nadim.” Lê axirê min wê kasêtê bi riya kesekî ji Sêrtê peyda kir û wî kesî ji bo min kasêtê qeyd kir anî.
Di nav salan re tu rastî kesên weke mîna te yên ku berhevkariya stranan kirine hatiyî?
Belê rast lê hatime. Li ser meselê min kesekî naskir û navê wî Hesen Ecevît e û ji Darayê ye. Tiştekî gelekî ecêb e, ev kes tevî xwendin û nivîsandinê jî baş nizane lê di kîjan kasêtê de dizane kîjan stran hene û li ber xwe her tiştê dibêje.
Wekî din, Şerefxan Cizîrî heye. Wî çenteyeke mezin anî bû 500 belku ji 500î jî zêdetir kasêt di çentê wî de hebû. Wî ev kasêtana ji Ewropayê anî bû. Min jî hema hemû qeydkirin û kasêtên wî dan.
Te bi salan e berhevkariyê kiriye û arşîveke stranan çêkiriye. Lê belê tu hatiyî emrekê jî piştê te kî dikare xebata te berdewam bike û arşîva te jî biparêze?
Kurekî min heye û li Urfayê dijî. Ger bikare were mala min ya Amedê û wisa wan amûr û xebatên min biparêze ev heye. Yan na zarokên min yên din zêde eleqedar nîn in.
Em hatin dawiya hevpeyvîna xwe. Kerem bike gotina te ya dawî çi ye?
Ez dixwazim xelk bila hunermendên ku hunereke bi kalîte çêdikin guhdar bikin. Ew hunermendên li pîyaseyê ne û kareke bi kalîte nakin bila wana guhdar nekin. Li ser meseleyê hunermendên weke Meyrem Xan, Mihemed Şêxo û Seîd Axa careka din nayên dinyayê. Spas dikim û ser çavên min re hatî…
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com