13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) îsal wê di dîroka 23yê Îlonê de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Mano Khalil yê “Cîran” destpê bike û dê heta dawîya vê mehê bidome. Bernameya festîvalê diyar ku sala para ji ber pandemîya koronayê weke online derketibû li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê piştî navberekê ji nû ve rûbirû derdikeve li pêşberî sînemahezan û galaya festîvalê dê li Vue Cinemayê bê lidarxistin. Li Festîvalê bi tevahî 31 fîlm hene û hunermenda Freansayî Elénore Fourniau dê di şeva galayê de konsereke bide. Du panelên li ser sînemaya Kurdî û workshopek jî ji bo temaşevanên festîvalê hatine amadekirin ku tê de derhênerên kurd Şewket Emîn Korkî, Mano Xelîl, Mehmet Alî Konar, Engîn Sûstam dê li ser sînemayê biaxivin.
Hate eşkerekirin ku fîlmên festîvalê dê di 7 beşan de bêne xelatkirin û wê li 3 sînemayên Londonê derbikevin li pêşberî temaşevanan. Bernameya festîvalê dê di navbera rojên 23-26ê Îlonê de li Vue Cinema Woodgreenê, di 27-29ê Îlonê de Sînemaya li Rioyê û di roja 30yê Îlonê de li Sînemayê Prince Charlesê bêne lidarxistin.