Bernameya 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî li Amedê bi nîşandayîna fîlman didome

Bernameya nîşandayînên 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 22yê Cotmehê de li Mordem Sanatê (Amed) destpê kir û bi nîşandayîna fîlman didome. Di çarçoveya bernameyê de îro wê kurtefîlmên “Karincanin Ayak Îzlerî”, “Living Wage”, “Kefsan”, “Dengê Kilîtan” û fîlmê derhênerê navdar ê kurd Kazim Ozî yê “Temenê Kuliyeke Berfê” (Bîr Kar Tanesînîn Olumu) û sibê (24ê mehê) jî fîlmê “Aşagidan Yukariya” (ji deh vîdyoyan pêk tê) û fîlmê Volkan Uce yê “All-In” bêne nîşandayîn. Saetên nîşandayînê: 18.00-20.30

Di rojên bernameyê de belgefîlmê “Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya”, kurtefîlmên “Cehennem Boş, Tum Seytanlar Burada”, “Herkesîn Yapabîlecegî Bîr Şey”, “Devînîm” derketin li pêşberî temaşevanan. Bernameya nîşandayînên berhevoka fîlman bi hevkarîya Festîvala Fîlmên Karkeran û Mordem Sanatê hate lidarxisin û nîşandayîna fîlman bêpere ne.

18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî li bajarên Stenbol û Enqereyê hate lidarxistin û li hin bajarên din jî bi berhevokên fîlman derdikeve li pêşberî sînemahezan. Hate ragihandin ku pêvajoya serîlêdanên 19emîn Festîvala Fîlmên Karkeran destpê kiriye û dê heta 15ê Rêbendanê bidome. Bernemaya festîvalê wê di navbera 1-10ê Gulana 2024ê de bê lidarxistin. Ji bo serîlêdanê: 𝗙𝗶𝗹𝗺𝗙𝗿𝗲𝗲𝘄𝗮𝘆

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir