Bernameya 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran hate eşkerekirin
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal cara 18emîn di navbera dîrokên 1-7ê meha Gulanê de li bajarên Stenbol, Hatayê û weke online derdikeve li pêşbêrî temaşevanên sînemayê û bernameya festîvalê hate eşkerekirin.
18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran wê di 1ê Gulanê Roja karker û kedkaran a cîhanê de destpê bike û dê heta 7ê Gulanê rûbirû û bi awayekî online bidome. Bernameya festîvalê bi piştgirîya gelek sendîka û sazîyên civata fermî hatiye amadekirin. Di bernameya festîvalê de fîlmên gelek derhênerên kurd jî têde ji seranserê cîhanê dê bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn. Li festîvalê ligel nîşandayîna fîlman hevpeyvîna derhêneran jî dê bêne lidarxistin.
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” (Adres/The Address), belgefîlmê derhêner û çêkera tirk Somnur Vardarê yê “Boşlukta” (Drifting), kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” (The Banishment), kurtefîlmê derhêner û senarîst kurd Îlham Bakirî yê “Dengê Kilîtan” (Sesler ve Kilitler/Voices and Locks), belgefîlmê derhênerê kurd Fettûllah Çelîkî yê “Herkes Toprağa Gömülür, Ben Suya” (Buried in Water not in the Earth), belgefîlmê derhênerê ereb Umît Guçî yê “Karıncanın Ayak İzleri” (Footprints of Ants), derhênerê kurd Muhammet Beyazdagî yê “Her Şey Yolunda” (Everything is Fine) û belgefîlmê derhênerê kurd Volkan Ucî, “All- In” (Her Şey Dahil) jî dê li Festîvala Fîlmên Karkeran derbikevin li pêşberî temaşevanan.
Hate ragihandin ku tê plankirin bernameya festîvalê dê li Enqerê û li bajarên din jî bê lidarxistin û agahîya bernameyê dê di demeke nêz de bê ragihandin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com