Li bernameya fîlman a Başka Sînemayê bi tevahî 45 fîlmên balkêş û girîng di navbera Tîrmeh û Gelawêjê de derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Di beşa “Klasîkan” de wê fîlmên derhênerên hoste yên wekî;  Vittorio de Sica, Jean-Luc Godard û Nicholas Roegî bêne nîşandan. Di 22yê Tîrmehê de jî dê bernameyeke bi sernavê “Vîzyon Otesî” destpê bike ku fîlmê “Les Olympiades” (2021) di vê beşê de derdikeve vîzyonê.

Di çarçoveya “Havîneke 45 Fîlmî” (‘45film’lik Bir Yaz’) de ji bo fîlmên derhênerê hoste Pedro Almodóvarî jî beşeke hatiye amadekirin. Di navbera dîrokên 29ê Tîrmehê û 4ê Gelawêjê de fîlmên wî dê bi sernavê “Almodóvar: Hefteya 1980-2000an” bêne nîşandayîn.

Fîlmên Pedro Almodóvarî yên di vê beşê de cih digirin: Mujeres al Borde de un Ataque de Nervios (1988), Tacones Lejanos (1991), La Flor de mi Secreto (1995) û Carne Trémula (1997)

Di bernameya Başka Sînemayê de belgefîlma “15+” ya derhêner Ceylan Ozgun Ozçelîkê di dîrokên 12-18ê Gelawêjê de bi sernavê “Hefteya Belgefîlman” li salonên sînemayê derdikeve li pêşberî temaşevanan. Di navbera 5-11ê Gelawêjê de jî beşeke bi navê “Klasîkên Nûjen ên Başka Sînemayê” cih digire.

Berhevoka “Havîneke 45 Fîlmî” dê bi nîşandayîn fîlmên din ên Pedro Almodóvarî bi dawî bibe. Va ye fîlmên ku di vê beşê de cih digirin: Hable con ella (2002), “Volver” (2006), “La piel que habito” (2011) “Dolor y gloria” (2019).

Hemû bernameya berhevoka “Havîneke 45 Fîlmî”: 

  • 15-21ê Tîrmehê: Klasîkan
  • 22-28ê Tîrmehê: Vîzyon Otesî
  • 29ê Tîrmehê – 4ê Gelawêjê: Almodóvar 1980-2000 Haftası
  • 5-11ê Gelawêjê: Klasîkên Nûjen
  • 12-18ê Gelawêjê: Hefteya Belgefîlman
  • 19-25ê Gelawêjê: Almodóvar 2000-2020 Haftası

Ji bo agahî:

Çavkanî: Altyazı

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com