Bernameya Festîvala Fîlman a Duhokê tê eşkerekirin
7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal di navbera dîrokên 9-16’ê meha Îlonê (Rezber) de li dar dikeve. Bernameya Festîvala Fîlman a Duhokê li ser malper û medyaya civakî yên Festîvalê tête eşkerekirin.
Festîvala Fîlman a Dihok dê bi nîşandayîna fîlmê “Kamion” yê derhêner Kambuzia Partovî re dest pê bike û mêvanên taybet ên festîvalê hunermendê muzîka Kurdî Kerem Gerdenzerî, lîstikvanê kurd Nazmî Kirik, derhênerê misrî Yosif Şahîn, hunermendê muzîka Kurdî Ednan Kerîm in.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ji aliyê Wezareta Ciwanî û Werzîşê ya Herêma Kurdistana Iraqê, Parêzgeha Duhokê, Gerînendetiya Çand û Hunera Duhokê, Kurdistan 24, Kumpaniya Haval, Mitosfilm û Peymangeha Gutê (Goethe Institut) ve dê bê li darxistin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê dê di du beşên ên “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê de” bê li darxistin û fîlman di gelek beşên wekî “Fîlmên Dirêj”, “Belgefîlm”, “Kurtefîlm” de û derhêner û lîstikvanên fîlman têne xelatkirin. Bernameya Festîvala Fîlman a Duhokê hêdî hedî xuya dibe û li ser malper û medyaya civakî ya Festîvalê têne eşkerekirin û bo festîvalê postera (afîş) îsalê ji aliyê Yana Vekshina ve hatiye dîzayn kirin.
Peyama Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê:
“Em peyam û pişka welatên mêhvan di 7emîn gerra Filmefestîvala Duhokê de radigehînîn
Peyama ev sale ya Festîvalê dê li ser hevpejirandinê bît. Filmên Festîvalê ji welatên cuda hatîne helbijartin û babetên wan li ser serbora mirovî ye, bas li cudahîyên me diken û tekezê li ser giringîya wê diken. Pişka welatên mêhvan dê ev sale Welatên Erebî bin. Festîval dê giringîyê bi lêktêgehiştinê û hevpejirandinê di navbera welatên rojhelata navîn da det.”
Ji bo agahî û bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê: http://duhokiff.com
Instagram / Twitter / Facebook: @Duhokiff
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com