Bernameya festîvala Fîlman a Enqereyê destpê kir
31’emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê 3yê mehê li Cer Modernê bi merasimekdestpê kir.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê tête li darxistin û îsal cara 31emîn di navbera dîrokên 3-11ê mehê de derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Bernameya festîvalê 3yê mehê li Cer Modernê bi merasimek destpê kir û Xelatên Rûmetê û yên Kedê dan lîstikvan Şerîf Sezer, Tamer Levent û Başka Sinema’yê. Lîstikvan Şerîf Sezer Xelata Kedê ya Azîz Nesîn, Xelata Çinara Hunerê Tamer Levent û Xelata Kîtle Îletîşîmê “Başka Sinema” wergirtin. Festîvalê xelata projeya kişandina fîlmê yekemîn îsal dan ji bo projeya Murat Ugurlu ya “Hak Edîlmîş Opucuk”.
Di beşên pêşbaziyên Festîvala Fîlman a Enqereyê de gelek fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm derdikevin li pêşberî sînemahezan. Li çarçoveya festîvalê îsal di Pêşbirka Kurtefîlman a Festîvalê de sê kurtefîlmên bi kurdî, “Barê Giran” (14:00), “Huşbe!” û “Veger” (17:00) di 6ê Îlonê de bêne nîşandayîn.
Kurtefîlmên ku dê di Pêşbirka Kurtefîlman a Festîvala Fîlman a Enqereyê de bikevin pêşbaziyê; “Akvaryum” / Anıl Kaya, Özgür Önurme, “Barê Giran” (Ağır Yük) / Yılmaz Özdil, “Çamaşırsuyu” / Büşra Bülbül, “Evde Yok” / Murat Emir Eren, Huşbe! (Sus) / Nursel Doğan, “İklim Değişimi” / Yasemin Demirci, “Meryem Ana” / Mustafa Gürbüz, “Münhasır” / Yeşim Tonbaz Güler, “Servis” / Ramazan Kılıç, “Topanga” / Ayçıl Yeltan, “Tor” / Ragıp Türk, “Veger (Dönüş)” / Selman Deniz, “Yağmur, Şnorkel ve Taze Fasulye” / Yavuz Aydıldız, “Yasemin Adında Bir Salon Bitkisi” / Erinç Durlanık.
Di 9emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê de kurtefîlma “Navber” ya Kadir Emanî û belgefîlma “Hasankeyf’e Ağıt” ya Firat Erezî di 7ê Îlonê de di 16:30ê de li Sînemaya Kizilay Büyülü Fener (Salona 2.) bêne nîşandan û di saet 18:00ê de paneleke bi navê “İnsan Hakları ve Belgesel Sinema” bête li darxistin.
Kurtefîlmên 9emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê; “Artı Bir” / Abdullah Şahin, “Fotoğraf” / Ozan Takış “Göçün 8 Şiiri” / Kurtuluş Özgen, “Hasankeyf’e Ağıt” / Fırat Erez, “Kıyı” / Özkan Bal, “Leke” / Ozan Sihay, Tufan Şimşekcan, “Mavi” / Rüzgar Asya Hızarcı, “Navber” / Kader Eman, “Terazi” / Mehmet İsmail Çeçen, Ramazan Akkuş, “Yes I Can” / Mustafa Koç
Li beşa Pêşbaziya Fîlmên Dirêj ên Festîvala Fîlman a Enqereyê de seroka Juriyê îsal derhênerê navdar Yeşîm Ustaoğlu û endamên juriyê vesazkar Aylin Zoi Tinel, lîstikvanên Berkay Ateş û Tugçe Altug û nivîskarê sînemayê Ugur Vardan in. Di vê beşa festîvalê de fîlmê herî serketî, derhênera/ê herî serketî, lîstikvanên herî serketî bêne xelatkirin.
Fîlmên Dirêj ên Pêşbaziya Fîlmên Dirêj ên Festîvala Fîlman a Enqereyê; “Uzun Zaman once” / Cihan Saglam, “Uzak Ulke” / Erkan Yazici), “Kovan” / Eylem Kaftan, “Ceviz Agaci” / Faysal Soysal), “Bilmemek” / Leyla Yilmaz), “Omar ve Biz” / Maryna Er Gorbach û Mehmet Bahadir Er, “Şair” / Mehmet Emin Yildirim, “Topal Şukran’in Maceralari” / Onur Ünlü û “Aşk, Buyu vs.” / Umit Unal.
Ji bo Pêşbirka Belgefîlman a Festîvala Fîlman a Enqereyê 98 belgefîlm serî lê dan û ji navbera van 11 belgefîlm bûn fînalîst.
Belgefîlmên Pêşbirka Belgefîlman a Festîvala Fîlman a Enqereyê; “Sessizliğin Gözyaşları” / Ali İhtiyar, “Ovacık” / Ayşegül Selenga Taşkent, “İçimdeki Küller” Ayten Başer Yetimoğlu, “Kuyudaki Taş” / Gökçin Dokumacı’, “Enstantane” / Hakan Aytekin, “Tenere” / Hasan Söylemez, “Kadınlar Ülkesi” / Şirin Bahar Demirel, “Ege’nin Son Baharı” / Onur Erkin, “Ada’m” / Turgay Kural, “Oyuncakçı Saklı Yadigarlar” / Yağmur Kartal û “Asfaltın Altında Dereler Var!” / Yasin Semiz.
Li bernameya Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal gelek klasîkên Federico Fellini, Éric Rohmer ve Jirí Menzelî îsal ji nû ve derdikevin li pêşberî sînemahezan. Her wiha di festîvalê de fîlmê “The Audition” yê Nina Hossê ku bernameyên festîvalên fîlman ên San Sebastián û Stockholmê xelatên Lîstikvana Baştirîn wergirtibû, belgefîlmê “Paris Calligrammes” ku qala jiyana derhênera femînîst û avangart a Ulrike Ottingerê dike û fîlmê xelatgirtî “Undine” ku ji aliyê Christian Petzoldî ve hatiye kişandin, îsal care yekem derdikeve li pêşberî xwendevanên sînemayê. “Undine” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê Xelatên Lîstikvana Baştirîn û xelata FIPRESCIyê wergirtin.
Ji bo agahî û têkilî: filmfestankara.org.tr
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com