Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê diyar bû
Festîvala Fîlman a Stenbolê sala par hatiba li dar xistin, lê dîroka wê ji ber şert û mercên şewba coronayê hatibû taloqkirin. Festîval, ji bo sînemahezan her sal berhevokeke fîlmên biyanî amade dikin û îsal jî ji ber vîrusa coronayê, berhevoka festîvalê li ser înternetê dê di navbera 15-29’ê meha Gulanê de bê nîşandan. Di berhevoka festîvalê de îsal, 15 fîlmên biyanî yên ku di çarçoveya Festîvalên Fîlman ên Cannes, Venedîk û Berlînê de hatine nîşandayîn jî cih digirin.
Temaşavanên sînemayê dikarin bîlêtên fîlmên festîvalê li ser malpera filmonline.iksv.org’ê peyde bikin. Berhevoka fîlmên biyanî, weke binnivîs dê bêne nîşandayîn û bîlêtên festîvalê bisînor in.

“5 è il numero perfetto (5 Is the Perfect Number) / Derhêner: Igort
“Es gilt das gesprochene Wort (I was, I am, I will be) Derhêner: İlker Çatak
“Litigante” / Derhêner: Franco Loli
“Swimming Out Till the Sea Turns Blue” / Derhêner: Jia Zhang-ke
“Schwesterlein” (My Little Sister / Derhêner: Stéphanie Chuat, Véronique Reymond
“Lillian” / Derhêner: Andreas Horvath
“Vrba” (Willow) / Derhêner: Milcho Manchevski
“1982” / Derhêner: Oualid Mouaness
“Walchensee Forever” / Derhêner: Janna Ji Wonders
“Martin Eden” / Derhêner: Pietro Marcello
“Petite Fille” ( Little Girl) / Derhêner: Sébastien Lifshitz
Çavkanî: www.altyazi.net
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com