Bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê bi nîşandana fîlman didome
79’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê îsal di 31ê Gelawêjê de bi fîlmê Noah Baumbach ê “White Noise” destpê kir û dê heta dîroka 10ê Cotmehê bi nîşandayîna fîlman bidome.
Seroka Juriyê ya festîvalê lîstikvana navdar Julianne Moore ye û Alberto Barbera, Rodrigo Sorogoyen, Leonardo Di Costanzo, Kazuo Ishiguro, Audrey Diwan, Mariano Cohn û Leila Hatamî jî îsal bûn endamên juriyê.
Fîlmê derhêner Luca Guadagnino yê “Bones And All” di êvara 2yê Gelawêjê de promîyera xwe ya cîhanê li 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê kir û mohra xwe li bernameya festîvalê xistibû. Fîlm, li festîvalê eleqeyeke mezin dît û piştî nîşandana fîlmê hemû salon rabû ser piyan.
Festîvala Fîlman a Venedîkê di roja 8emîn de bi nîşandana fîlman didome. Yek ji fîlmên balkêş ên festîvalê jî fîlmê Martin McDonagh ê “The Banshees of Inisherin” e ku tê de Colin Farrel weke serlîstikvan cih girtiye û çîroka du hevalên ku li Îrlandayê dijîn tîne li ber perdeya sînemayê. Fîlm duh êvarê li Festîvala Fîlman a Venedîkê hate nîşandan, piştî nîşandanê 13 deqîqe ji bo fîlmê li çepikan xistin. Derhêner Martin McDonagh bi fîlmên xwe yên; “Three Billboards Outside Ebbing”, “Missouri” ve tê naskirin.
Bi tevahî 20 fîlm ji bo xelata Şêrê Zêrîn dikevin pêşbazîyê ku di navbera wan de The Banshees of Inisherin, White Noise, Bones and All, Bardo, The Son jî hene.
Li Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dan Catherine Deneuve û Paul Schrader. Ji bo Xelata Temaşevanan fîlmê Fulvio Risuleo yê “Notte Fantasma”, ji bo Xelata Cartier Glory Filmmaker navê derhêner Walter Hillî, ji bo Xelata “Passion For Film” navê hunermend û sêwirînera kostûman Arianne Phillipsê, hatine eşkerekirin. Xelatên din ên bernameya festîvalê dê di van rojan de diyar bibin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com