Bernameya Festîvala Fîlmên Karkeran didome

17’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal di meha Gulanê de li bajarên Stenbol û Enqereyê bi nîşandanên fîlman destpê kir û bernameya festîvalê li gelek bajaran didome.

Festîvala Fîlmên Karkeran îsal cara 17emîn tête li darxistin û piştî ku nîşandanên Stenbol û Enqereyê (1-8ê Gulanê) bernameya festîvalê di gelek bajarên din de ji didome. Festîval, dê di 2yê meha Hezîranê de li Amfîtiyatro ya Parka Ataturkê ya Şaredarîya Mezin a Mersînê bi konsera hunermenda navdar a kurd Rewşan Çelîkerê û bi nîşandana fîlmê “The Everwarm Bed”ê destpê bike ku heta 5ê mehê bi nîşandanên  fîlman ve bidome. Piştî nîşandanên Mersînê bernameya festîvalê dê li gelek bajarên din de bidome.

Hate ragihandin li bernameya Festîvala Fîlmên Karkeran, bi tevahî 69 fîlmên (metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm) ji 20 welatên cîhanê cih digirin û hemû nîşandanên festîvalê bêpere ne.

Ji bo agahî: https://www.iff.org.tr/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: