Bernameya Festîvala Vegan a Stenbolê diyar bû
Festîvala Vegan a Navneteweyî ya Stenbolê ji aliyê Komeleya Vegan a Tirkiyeyê (TVD) ve tê lidarxistin û îsal di navbera 1-2yê meha Cotmehê de li Festîval Parka Kadikoyê li dar dikeve. 53 axaftvan dê beşdarî li festîvalê bibin û di 37 beşan de naverokeke têr û tijî amadekirine.
Komeleya Vegan a Tirkiyeyê ji bo ku hişmendiya veganîyê bi pêş bikeve xebatên xwe berdewam dike. Îsal di çarçoveya festîvalê de hevpeyvîn, nîşandana belgefîlma “Anîma”, performans, konsêr, panêl, xwarînên vegan, pêşangeh, ji bo zarok û mezinan kargehên cûr bi cûr hatine amadekirin.
Bernameya Festîvala Vegan a Stenbolê wê bi piştgirîya V-Label, ProVeg International, Vegfûnd û Itz Nutzê bê lidarxistin û hemû çalakîyên festîvalê bêpere ne.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com